Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Rêxistina Asûriyan a Demokrat a Sûriyeyê Gabriyel Moş Korye hişyarî da ku eger bûyerên revandin û êrişên li ser Xiristiyanan li Sûriyeyê berdewam bin, ew dê rewşa tirsê li cem Xiristiyanan zêde bikin û dibe ku wan ber bi koçberiyê ve bibin.
Endamê Meclisa Gel a Sûriyeyê û Berpirsê Rêxistina Asûriyan a Demokrat a Sûriyeyê Gabriyel Moş Korye ji Rûdawê re piştrast kir ku li hemberî êrişên ducare yên ku Xiristiyan li Sûriyeyê rû bi rûyî wan dibin dilgiraniyeke kûr heye.
Korye tekezî li ser pêwîstiya destwerdana bibiryar a dewletê kir ji bo bidawîanîna dosyeya revandiyan û misogerkirina parastina hemû welatiyan.
Êrişa li ser Metran Yûhenna Ebdo Erbeş
Korye êrişa ku Metranê Hims, Hema, Yebrûd û Nebekê yê Rûmên Katolîk, Metran Yûhenna Ebdo Erbeş kir armanc bi tundî şermezar kir.
Di wê bûyerê de kesên nenas di ronahiya rojê de avêtibûn ser dêrê, kel û pelên wê dizîbûn û xaça wî jê standibûn.
Korye ev yek wekî nîşaneya wê yekê nirxand ku tawanbar rêzê li ti biha yan sembolên olî nagirin.
Revandina Xiristiyanan ji bo fîdyeyê
Endamê Meclisa Gel a Sûriyeyê zelal kir ku hinek Xiristiyanên revandî hene ku ji aliyê çeteyên bêkontrol ve bi armanca bidestxistina fîdyeya darayî hatine revandin.
Wî amaje bi wê yekê kir ku zanyariyên piştrastkirî revandina sê kesan nîşan didin ku ew jî ev in:
Mahir El-Sinkirî û Fadî Seman (ji bajarokê Siqêlbiyeyê).
Kesekî sêyem (ji bajarokê Tûmînê yê li gundewarê Hemayê).
“Pêwîst e sînorek ji bo bêserûberiya ewlehiyê bê danîn”
Korye ragihand ku ew dengê xwe tevlî daxuyaniya her sê patrîkên ku kursiyên wan ên resûlî li Şamê ne dike: Patrîkê Rûmên Ortodoks Patrîk Yûhenna yê Dehem Yazicî, Patrîkê Suryaniyên Ortodoks Patrîk Mar Îgnatiyos Eframê Duyem û Patrîkê Rûmên Katolîk Patrîk Yûsif El-Ebsî.
Wî da zanîn ku wan jî ji aliyê xwe ve ev bûyer şermezar kirine û ji aliyên ewlehiyê xwestiye ku bi awayekî bibiryar serederiyê li gel wan bikin.
Korye amaje bi wê yekê kir ku ev binpêkariyên metirsîdar gefê li aştiya navxweyî û ewlehiya civakê dixwin.
Wî ji aliyên ewlehiyê xwest ku berpirsiyariya xwe ya temam hilgirin û demildest tevbigerin ji bo rizgarkirina revandî Mahir El-Sinkirî bi silametî, hesabpirsîna ji tawanbarên ku êrişî Metran Erbeş kirine û danîna sînorekî ji bo rewşa bêserûberiya ewlehiyê.
Her wiha tekez kir ku parastina rûmeta welatiyan û parastina can û malên wan erkekî bingehîn e ku xemsariyê qebûl nake û divê bi awayekî wekhev hemûyan li xwe bigire, bêyî ku li girêdanên wan bê nêrîn.
Metirsiya koçberiyê û valabûna tevnê niştimanî
Korye di axaftina xwe ya ji bo Rûdawê de hişyarî da ku berdewamiya van êrişan û nebûna rêgirtinê dê rewşa tirsê li cem Xiristiyanan zêde bike û dibe ku wan ber bi koçberiyê ve bibe.
Wî diyar kir ku ev yek jî dibe valabûneke rastîn a tevnê niştimanî yê Sûriyeyê, bi taybetî di bin siya xerabbûna rewşa debarê ya li welêt de.
Korye her wiha xwest ku koka çekên bêkontrol bê birîn, tawanbar bên şopandin û radestî dadweriyê bên kirin.


