Hewlêr (Rûdaw) - Otobuseke rêwiyan a ku ji Stenbolê ber bi Herêma Kurdistanê ve dihat, li parêzgeha Aksarayê qulibî û di qezayê de 41 rêwî û 3 karmendên otobusê, bi giştî 44 kes birîndar bûn.
Qeza doh li ser otobana Nîgde-Enqereyê, li devera Babakonagiyê çêbû.
Li gorî agahiyan, otobusa şirketa Best Vanê ya ku Y.A. diajot, ji rê derket û li aliyê rastê yê rê qelibî.
Di qezayê de 3 jê karmendên otobusê û 41 jê rêwî bi giştî 44 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Aksarayê û nexweşxaneyên bajarên derdorê.
Parêzgariya Aksarayê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku şofêr ji ber ku kontrola dîreksiyonê ji dest da otobus wergeriya.
Hat ragihandin ku dermankirina birîndaran li nexweşxaneyan didome û li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.
Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku di nav otobusê de 10 rêwiyên ji Îraqê hebûn û ew bi sivikî birîndar bûn.



.jpg&w=3840&q=75)