Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê Wezareta Xwarinê li ser restoran û cihên xwarinê biryareke nû ferz kir.
Li gorî biryarê, êdî hemû cihên xwarinê neçar in ku naveroka xwarinê bi berfirehî binivîsin.
Li gorî biryarê, li ser menuyên xwarinê dê naveroka xwarinê, rêjeya rûn û biharatan, kalorî, rêjeya proteîn û hemû hûrgiliyên din werin nivîsandin.
Doktorekî diyar kir ku ev biryar gelekî di cihê xwe de ye û dikare pêşiya qelewî û nexweşiyan bigire.
Lê belê xwediyên xwaringehan anî zimên ku ew ji biryarên wezaretê yên li ser hev bêzar bûne.
Hûrgiliyên li ser menuyan
Li gorî biryara Wezareta Xwarinê ya li Tirkiyeyê, êdî kafe, restoran û hemû xwaringeh mecbûr in ku li ser menuyên xwe naveroka xwarinê, kaloriya wê, rêjeya rûn, karbonhîdrat, proteîn û hemû hûrgiliyên din binivîsin.
Xwediyên restoranan biryarê ji bo tenduristiyê baş dibînin lê dibêjin ku bicihkirina biryarê ji aliyê teknîk ve gelekî zehmet e.
Emîrcan Susluyê ku xwediyê zwaringehekê ye got, “Ji bo me gelekî zehmet e. Zehmet e em karibin naveroka her xwarinê yek bi yek binivîsin.
Gelek kes nikarin biryarê bi cih bikin. Ya rastî em ji biryarê ne razî ne.”
Orhan Dogukanê ku xwediyê xwaringehê ye jî anî zimên: “Nêrîna her kesî cuda ye lê heke wezaretê biryareke wiha dabe, ez bawer dikim dê ji bo tenduristiya xelkê baş be.”
Ji bo ku rê li ber nexweşiya obezîteyê (qelewiya zêde) were girtin, cihên xwarinê neçar in kaloriya xwarinê jî binivîsin.
Pisporên tenduristiyê destnîşan dikin ku eger ev biryar were bicihanîn dê sûdeke mezin bide xelkê.
“Her kes dê zanibe çi dixwe”
Bijîşka li Navenda Tenduristiya Gel Dr. Dîlek Ataman: “Biryareke di cihê xwe de ye. Ez bi xwe jî dema diçim restorantekê ez nikarim hesabê kaloriya xwarinê bikim.
Eger li ser menuyan binivîsin dê gelekî baş be. Her kes dê zanibe çi dixwe.”
Gumanên li ser bicihanîna biryarê
Beşeke zêde ya xelkê bawer nake ku biryara wezaretê bi awayekî rast were bicihanîn.
Li gorî wan, ya girîng zêdekirina pişkinîn û kontrolên li ser xwarinan e.
“Pêwîst e rêz li vê biryarê were girtin”
Xwendekar Bahar Tepelî li ser gumanên xwe wiha axivî:
“Ji bo min girîng e ku ez zanibim çi dixwim. Ji bo tenduristiya me jî baş e. Pêwîst e rêz li vê biryarê were girtin.”
“Wezaret heta niha li kû bû?”
Macît Akyarê malnişîn jî got: “Wezaret heta niha li kû bû? Li Tirkiyeyê tiştê wiha nabe, biryarên bêwate didin û kes jî guh nade biryaran.
Madem dixwazin tiştekî baş bikin, bila teftîş û kontrolan li her derê zêde bikin.”
Li gorî biryara wezaretê, her cihê xwarinê ji bo binpêkirina her xala biryara wezaretê dê 3 hezar û 973 lîre ceza bide.


