Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê û Alîkarê Serokê Desteya Polîtîkayên Hiqûqî ya Serokkomariyê Mehmet Uçum diyar kir ku pêvajoya aştiyê qonaxeke bêveger derbas kiriye.
Uçum got, eger diyaloga bi Abdullah Ocalan re neyê sabotekirin dikare bigihêje qonaxên gelekî bipêşketîtir.
Uçum her wiha bersiv da birêvebiriya PKKyê. PKKyê serdana Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin a Îraq û Herêma Kurdistanê wekî "amadekariya şer" pênase kiribû.
Mehmet Uçum, ji bo Ajansa Anadoluyê (AA) gotarek nivîsand.
Uçum di vê gotarê de nexşerêya dewletê û xetên sor ên li ser "pêvajoya derbasbûnê" ya Tirkiyeyê bi hûrgilî anîn zimên.
Uçum aliyên hiqûqî, siyasî û herêmî yên pêvajoyê nirxandin û derbarê pêwendiyên bi PKKyê û Îmraliyê re peyam dan.
"Girêdana aştiyê ya bi şer re sabotaj e"
Mehmet Uçum bertek da îdiayên PKKyê yên li ser serdanên Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ên li Îraq û Herêma Kurdistanê.
Uçum ev daxuyanî wekî "gaveke provokatîv" bi nav kirin û wiha axivî:
"Daxuyaniyên ku ji aliyê hinek hêmanên rêxistina terorê ya fesixbûyî ve li dijî serdana Serokê MÎTê Birêz Îbrahîm Kalin a Îraqê hatine dayîn, gaveke bi temamî provokatîv in.
Ev îdia li ser tiştên ne rast hatine avakirin. Ev serdan ji bo alîkariya armancên Tirkiyeyeke Bêteror û Herêmeke Bêteror hatiye kirin.
Girêdana sefereke ku ji bo aştiyê hatiye kirin bi şer re, qet nayê qebûlkirin.
Berovajîkirina pêvajoyê û bikaranîna wê wekî materyala propagandaya reş, wekî amadekariya sabotajê tê fêmkirin.
Yên ku hewl didin sabotajê bikin dê di bin de bimînin."
"Diyaloga bi Ocalan re dikare bigihêje xalên gelekî bipêşketî"
Uçum bal kişand ser mijara hevdîtinên bi Îmraliyê re ku yek ji xalên herî hestiyar ên pêvajoyê ye.
Uçum derbarê paşeroja diyaloga bi Abdullah Ocalan re bi zimanekî geşbîn lê hişyarker axivî.
Uçum diyar kir ku diyaloga bi Ocalan re ne muzakere ye, ev "temaseke ji bo tesfiyekirina terorê ye" û wiha pê de çû:
"Diyaloga bi Ocalan re di vê qonaxa dawî de dikaribû di şert û mercên gelekî rihettir de bigihîjiya xalên gelekî bipêşketî.
Lê yên ku bi gotin û çalakiyên li ser bingeha daxwazên ne rast hewl didin zererê bidin pêvajoya diyalogê, dê di bin vî barî de bimînin.
Eşkere ye ku niyeta yên ku dixwazin pêvajoya diyalogê veguherînin muzakereyê, ew e ku zererê bidin pêvajoyê. Divê mirov nekeve van xefikan."
Qanûna Pêvajoya Derbasbûnê dê berî betlaneya Parlamentoyê derkeve
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum da zanîn ku ji bo temamkirina jêrxana hiqûqî ya pêvajoyê "Qanûna Pêvajoya Derbasbûnê" tê amadekirin.
Mehmet Uçum ragihand ku tê payîn ev qanûn berî ku Parlamentoya Tirkiyeyê bikeve betlaneyê were derxistin.
Uçum diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di vê mijarê de îradeyeke xurt nîşan daye.
Wî bal kişand ser girîngiya wê yekê ku dê ev mijar cara ewil di vê astê de bibe xwediyê statuyeke yasayî.
4 hêmanên sereke yên tesfiyeya sîstematîk
Li gorî Uçum, ji bo ku pêvajoya derbasbûnê bi serkeftî biqede, divê ev hêman werin bicihanîn:
Bidawîkirina pratîka terorê ya aktîv.
Bidawîhatina pratîkên piştgiriya terorê.
Terikandina zimanê di bin siya terorê de.
Bidawîkirina wesayeta li ser aktorên siyasî yên demokratîk (Mebest DEM Partî û pêkhateyên legal e).
Uçum her wiha destnîşan kir ku divê "wesayeta kadroyan a derqanûnî û ji jor ve" ku pêkhateyên neqanûnî yên kevn an nû li ser pêkhateyên siyasî yên qanûnî ava kirine, bi temamî ji holê werin rakirin.
"Welatê ku herî zêde xwedî li Kurdan derdikeve Tirkiye ye"
Mehmet Uçum stratejiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdên li herêmê jî nirxand.
Uçum îdia kir ku Tirkiye xwediyê Kurdên li hundir û derve ye û wiha pê de çû:
"Vîzyona Tirkiyeyeke Bêteror ew e ku li hundir yekbûna Kurdan a bi dewlet û milet re xurttir bike û xwedî li hemû Kurdên li herêmê derkeve.
Bicihanîna herî şênber a vê yekê ew e ku Tirkiye li Sûriyeyê û herî dawî di aloziya Amerîka/Îsraîl-Îranê de bû welatê ku herî zêde xwedî li Kurdan derket. Nabe ku mirov dev ji vê rêbazê berde."
"Qonaxa bêveger hat derbaskirin"
Mehmet Uçum anî zimên ku bi biryardariya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Bahçelî, pêvajoyê "qonaxeke bêveger" derbas kiriye.
Wî diyar kir ku divê rêxistin bi lez berpirsyariyên xwe bi cih bîne û çekan deyne.
Uçum ragihand, yên ku pêvajoyê wekî "tesfiyekirina tevgera demokrasiyê" dinirxînin, xwe dixapînin, berevajî vê yekê, "bidawîbûna terorê dê siyaseta demokratîk meşrû bike."
Uçum gotara xwe bi vê hişyariyê bi dawî kir:
"Yên ku bi ji dil tevkariyê li pêvajoyê dikin dê qezenc bikin.
Yên ku li ber xwe didin û sabotajê dikin jî dê hem rewatiya xwe ji dest bidin hem jî di wijdana milet de dê bê bersiv bimînin."


