Hewlêr (Rûdaw) – Selahattîn Demîrtaş û Nîzamettîn Kabaîşê bavê Rojîn Kabaîşê di Girtîgeha Edîrneyê de hevdîtinek kir.
Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku di Girtîgeha Edîrneyê de ye, li gel bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş û apê wê Ahmet Kabaîş civiya.
Piştî civînê Nîzamettîn Kabaîş daxuyaniyek da û anî ziman ku Demîrtaş piştgiriya xwe ya ji bo malbatê diyar kiriye.
Li gorî agahiyên ku Kabaîş dane, Demîrtaş peyama "Parêzerên min jî dê li ser dosyeya Rojîn Kabaîşê bixebitin" daye malbatê.
Her wiha hat zanîn ku Demîrtaş ji ber eleqeya wî ya li ser dosyeyê spasiya Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek kiriye û gotiye ku ew bi xwe jî pêvajoyê ji nêzîk ve dişopîne.
Nîzamettîn Kabaîş doh di daxuyaniya xwe ya Rûdawê de gotibû ku hevdîtina wan a bi Akin Gurlek re bi hêvî bûye.
Kabaîş diyar kiribû ku Akin Gurlek agahî dane wan ku li ser sînyalên telefonên li herêmê û mînakên DNAyê yên nêzîkî 2 hezar û 500 kesî xebat tên kirin.
Kabaîş destnîşan kir ku li ser pêvajoya lêpirsîna li Wanê hinek gumanên wan hene lê ew bawer dikin ku Akin Gurlek dê sozên xwe bi cih bîne.


