Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Mafên Zarokan a Komeleya Atolyeya Raman û Hunerê (FÎSA) raporek belav kir û tabloya metirsîdar a mirina zarokan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê raxist ber çavan.
Di pênc mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 303 zarokan ji ber xeniqîn, qezayên li ser kar, tundî û xemsariyê canê xwe ji dest da.
Di raporê de tê gotin ku zarok li 69 parêzgehan mirine û herî zêde zarokan li Rihayê ya Bakurê Kurdistanê (18 bûyer) canê xwe ji dest daye.
Navenda Mafên Zarokan a FÎSAyê li ser mehên di navbera Kanûna Paşîn û Gulana 2026an de, raporek bi sernavê "Li Tirkiyeyê Binpêkirina Mafê Jiyanê yê Zarokan" parve kir.
Ev xebat bi berhevkirina amarên medyaya xwecihî û neteweyî, çavkaniyên herêmî û saziyên mafên mirovan hatiye amadekirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku di pênc mehên pêşîn ên îsal de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 303 zarokan ji ber sedemên ku dikaribû pêşî li wan were girtin, canê xwe ji dest daye.
Li gorî raporê, li 69 parêzgehên cuda mafê jiyanê yê zarokan hatiye binpêkirin.
Herî zêde zarok li Rihayê (18 bûyer) mirine. Her wiha Antalyayê bi 16, Mereşê û Stenbolê jî her yek bi 14 bûyeran li pey Rihayê tên.
Nirxandina li ser xizmetên giştî
Di raporê de hat eşkere kirin ku ji ber kiryar û xemsariya sazî yan jî xebatkarên dewletê, herî kêm 46 zarokan canê xwe ji dest daye.
Ji van zarokan 22yan dema ku xizmeta tenduristiyê werdigirt, 20 zarok dema perwerdeyê, 2 dema xizmeta lênêrînê û 2 jî dema xizmetên şaredariyan canê xwe ji dest da.
Navenda Mafên Zarokan a FÎSAyê destnîşan kir ku sedema vê yekê pêkneanîna xizmetên li gorî pêwîstiyên zarokan û nebûna mekanîzmayên parastina wan e.
Di raporê de tê gotin ku dewletê berpirsiyariya xwe ya rêkxistin, kontrolkirin û bipêşxistina polîtîkayên pêşîlêgirtinê bi cih neaniye û ji ber vê yekê herî kêm 257 zarok mirine.
Di vê çarçoveyê de herî kêm 26 zarokan xwe kuştinê, 8 zarokan ji ber çekdarbûna takekesî û 14 zarokan jî bi awayekî gumanbar canê xwe ji dest da.
Xeniqîn û qezayên li nav malê
Li gorî raporê, di pênc mehên destpêkê de herî kêm 39 zarokan li çolter û navendên bajaran canê xwe ji dest da.
Ji van zarokan 31 di bendav, çem û avên bêparastin de xeniqîn ku ev av bêhtir kanalên avdanê yên Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ne.
Ji 11 zarokên ku di qezayên li nav malê de mirine, 8 ji wan ji pencere û balkonên vekirî ketine xwarê.
Navendê bal kişand ser wê yekê ku tevî her sal bûyerên bi vî rengî rû didin jî tedbîrên pêwîst nayên wergirtin.
27 zarok li ser kar mirine
Di raporê de tê gotin ku di pênc mehên destpêkê de herî kêm 27 zarokan di bûyerên li ser kar de canê xwe ji dest daye.
Ji 21 zarokên ku dema karkirinê mirine; 11 zarok di karê çandinî û ajaldariyê de, 3 zarok di avahîsaziyê de ji ber ketina ji cihên bilind û zarokek jî di sektora pîşesaziyê de canê xwe ji dest da.
Her wiha hat ragihandin ku herî kêm 2 zarokên ku mirine, di çarçoveya karên xwe yên li nav xizmetên zîrek ên li dibistanan de bûn û di bin sîwana saziyên wekî MESEMê de dixebitîn.
6 zarokên ku di qezayên kar de canê xwe ji dest da jî, bi malbatên xwe yên karkerên çandiniyê yên demsalî re çûbûn bajarên din û li stargehên demkî mirine. Hat diyarkirin ku ev zarok hemû penaber bûn.
Ji ber tundiyê 24 zarok mirine
Li gorî agahiyan, di pênc mehên destpêka salê de ji ber tundiyê herî kêm 24 zarokan canê xwe ji dest da.
Ji van mirinan 13 ji ber tundiya hevalan, 6 ji ber tundiya li ser esasê zayenda civakî, 4 ji ber tundiya li nav malê û yek jî ji ber zarokkujiyê pêk hatin.
Navenda Mafên Zarokan a FÎSAyê di nirxandina xwe de diyar kir ku ev mirin nîşan didin bê çawa cureyên tundiyê hev xurt dikin û rê li ber hev vedikin.
Saziyê daxwaz kir ku ji bo parastina mafê jiyanê yê zarokan, divê polîtîkayên bi bandor ên li dijî pirsgirêkên bingehîn werin meşandin û mekanîzmayên parastina zarokan bên bihêzkirin.



.jpg&w=3840&q=75)