Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku Rûsya nîvê budceya xwe ya neteweyî ji bo xurtkirina artêş û şer xerc dike.
Rutte bangî welatên endamên NATOyê kir û got, "Divê em hemû bi hev re bixebitin. Welat divê berpirsyariyên xwe hilgirin û peymanan îmze bikin."
Mark Rutte di çarçoveya Lûtkeya 36emîn a Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê de ku li Enqereyê tê lidarxistin, di Foruma Pîşesaziya Parastinê de axivî.
Sekreterê Giştî yê NATOyê eşkere kir ku welatên endam ji bo zêdekirina şiyana xwe ya veguhastina asmanî, dê 12 balafirên barhilgirtinê yên cureyê A400M ji şirketa Airbusê bikirin.
Rutte bi bîr xist ku welatên endam salek berê soza zêdekirina xerciyên leşkerî yên ji bo asta ji sedî 5ê dahata xwe ya neteweyî dabûn.
Pêngavên nû yên di warê pîşesaziya parastinê de
Rutte di axaftina xwe de destpêkirina du platformên nû yên bi navên "NATO Front Door for Industry" û "NATO Engine" eşkere kirin.
Ev proje ji bo hêsankirina pêwendiyên bi sektora taybet re û xurtkirina hevkariya parastinê ya transatlantîkê hatine amadekirin.
Rutte tekez kir ku ji bo dagirtina valahiya embarên çekan û xurtkirina şiyana hilberînê, nûjeniyên bilez hewce ne.
40 milyar dolar veberhênana li ser parastina ji dronan
Sekreterê Giştî yê NATOyê bal kişand ser rola girîng a dronan di şerên nûjen de û projeya "NATO Drone Edge" ragihand.
Di vê çarçoveyê de, welatên hevpeymaniyê dê di nav 5 salên bê de zêdetirî 40 milyar dolarî li ser pergala parastina li dijî dronan veberhênanê bikin.
Her wiha heta sala 2027an dê hejmara perwerdekarên dronan 5 qatan zêde bikin.
Rutte da zanîn ku welatên Fînlandayê, Fransayê û Swêdê jî tevlî projeya "NATO Flight Training Europe" (Perwerdeya Firînê ya NATOyê ya Ewropayê) bûne û bi vê yekê re hejmara welatên di projeyê de gihîştiye 20î.
"Rûsya nîvê budceya xwe ji bo şer vediqetîne"
Rûtte destnîşan kir ku Rûsya bi qasî nîvê budceya xwe ya neteweyî ji bo xurtkirina şiyanên xwe yên şer bi kar tîne û got:
"Rûsya nîvê budceya xwe ya neteweyî ji bo dabînkirina makîneya şer bikar tîne. Neyetên wê ne bi qasî yên me baş in."
Rûtte tekez kir ku leza hilberînê di pîşesaziya parastinê ya Rûsyayê de Ji bo NATOyê wekî hişyariyeke girîng e û pêwîst e ku hevpeyman bi hev re tevbigerin da ku pêximkeriya xwe biparêze.



