Hewlêr (Rûdaw) - Li Bruksela paytexta Belçîkayê, xwenîşandana zêdetirî 2 hezar mamoste û xwendekaran bû sedema alozî û tundiyê.
Ev nerazîbûn li dijî pêşniyaryasayeke nû ya hikûmeta herêma Frensîaxêv e ku guherînên radîkal di sektora perwerdeyê de dike û mamoste jî wekî "derbeya perwerdeyê" bi nav dikin.
Çend roj in cadeyên Brukselê bûne qada pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û xwenîşanderan de.
Mamoste dibêjin hikûmeta Belçîkayê dixwaze bi navê reformê, sektora perwerdeyê "ceza" bike.
Hikûmeta herêma Frensîaxêv a li Belçîkayê, bi rêya pêşniyaryasayekê çend biryarên tund dane ku bûne sedema hêrsa mamosteyan.
Xalên herî girîng ev in:
· Birîna budceyê: Kêmkirina 300 milyon euroyî ji budceya giştî ya perwerdeyê.
· Zêdekirina demjimêrên xebatê: Zêdekirina demjimêrên karê mamosteyan bêyî ku meaş were zêdekirin ji 20 saetan ji bo 22 saetan di hefteyekê de.
· Betalkirina tayînkirina mayînde: Guherandina pergala tayînkirinê ji bo peyman.
· Zêdekirina xerca xwendinê: Zêdekirina xercên zanîngehan bi rêjeya ji sedî 35.
"Em dixwazin dengê me were bihîstin"
Mamosteyekî ku beşdarî xwenîşandanê bûye destnîşan kir:
"Tiştê ku em dixwazin, vegera dan û standinê ya di navbera me û wezîr de ye.
Em dixwazin dengê me were bihîstin, çimkî em hîs dikin ku ev yekane çare ye ji bo rêlibergirtina vê biryara neheq."
Mamosteyên bi peyman dibêjin ew zerermendên ewil in.
Mamosteyekî din ku li sê dibistanên cuda dersan dide anî ziman:
"Wekî mamosteyekî bi peyman, bi vê yasayê dersên min kêm dibin û derfeta kar ji bo min namîne, loma ji bilî hatina ser cadeyan ti çareyên me yên din nînin."
Hikûmet: Kêmasiya budceyê heye
Li aliyê din, hikûmeta Belçîkayê parastina plana xwe dike.
Berpirsên hikûmetê ragihand ku kêmasiya budceyê gihîştiye nêzîkî 2 milyar euroyî.
Hikûmet dibêje ev gav ji bo "rêlibergirtina hilweşîna aborî" pêwîst in û divê sektora perwerdeyê jî bibe beşek ji pêvajoya kêmkirina xerciyan.
Heta niha alozî li Brukselê didomin û mamoste tekez dikin ku heta pêşniyaryasa bi paş ve neyê kişandin, ew dê li ser cadeyan bimînin.

.webp&w=3840&q=75)
