Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Çînê Xi Jinping, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di çarçoveya Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) de cara yekem di heman wêneyî de hatin dîtin.
Lûtkeya APECê li bajarê Shenzhenê yê Çînê tê lidarxistin.
Di dîmenên ku ji lûtkeyê hatine belavkirin de tê dîtin ku her sê serok bi germî destên hev digirin û silavê didin hev.
Ev dîmenê hevpar ê serokên sê hêzên mezin ên cîhanê di qada navneteweyî de rastî eleqeyeke mezin hat.
Pêşwaziya germ a li balafirgehê
Beriya destpêkirina lûtkeyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li Balafirgeha Shenzhenê ji aliyê Serokê Çînê Xi Jinping ve hat pêşwazîkirin.
Di dema pêşwazîkirinê de hembêzkirina her du serokan bal kişand ser xwe û wekî nîşaneyeke erênî ya ji bo pêwendiyên navbera Washington û Pekînê hat nirxandin.
Piştî Alaskayê hevdîtina yekem
Her wiha hat ragihandin ku Donald Trump û Vladimir Putin piştî Lûtkeya Rûsya û Amerîkayê ya ku Tebaxa 2025an li Alaskayê hatibû lidarxistin cara yekem e tên cem hev.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, tê çaverêkirin ku îro Xi Jinping, Donald Trump û Vladimir Putin civîneke sêalî ya taybet li dar bixin û li ser mijarên girîng ên cîhanê û aborî gotûbêjan bikin.


