Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin red kir ku welatê wî çek dabin Îranê.
Her wiha Putin tekez kir ku Tehranê tiştekî şaş nekiriye da ku bibe sedema êrişa Amerîkayê.
Wî hêvî kir ku agirbesta niha ya di navbera her du welatan de bibe sedema aştiyeke demdirêj.
"Min ti tehrîkek nedît"
Îro li Foruma Aboriyê ya Navneteweyî ya St. Petersburgê pirs ji Putin hatin kirin.
Putin li ser pirsa “Gelo êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê ji ber tehrîkkirinan bûye?” got:
"Min ji aliyê Îranê ve ti tehrîkek nedît."
Pesnê biryara Trump da
Putin pesnê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump da ya ji bo rawestandina şer.
Serokê Rûsyayê li ser vê yekê got:
"Em di wê baweriyê de ne ku ew biryara Serok Trump a ji bo rawestandina operasyonên leşkerî, biryareke rast û dirust bû.
Em gelekî hêvîdar in ku ev agirbesta niha heye, bibe sedema îmzekirina peymaneke aştiyê ya demdirêj."
"Tehranê tiştekî wisa nexwestiye"
Putin her wiha red kir ku Rûsyayê di dema şer de çek dabin Îranê û got ku Tehranê tiştekî bi vî rengî nexwestiye.
Hinek raporan digot ku Moskowê piştgiriya îstîxbaratî û teknîkî daye Îranê.
Lê Kremlîn tekez dike ku piştgiriya Rûsyayê tenê di warê siyasî de bûye.
Piştgiriya ji bo bernameya nukleerê
Serokê Rûsyayê ji bo tekezkirina helwesta neguher a welatê xwe ev agahî dan:
"Mafê Îranê heye ku bibe xwediya bernameyeke nukleerê ya aştiyane û em jî di vî warî de alîkariya Îranê dikin.
Me berê di avakirina Santrala Enerjiya Nukleerê ya li Bûşehrê de alîkarî kiribû ku niha dixebite.
Her wiha xebatên ji bo avakirina du cihên din jî didomin."
Foruma Aboriyê ya Navneteweyî ya St. Petersburgê 3yê mehê dest pê kir û dê sibe bi dawî bibe.
Ev korbend bûyera aborî ya salane ya herî mezin a Rûsyayê ye.
Bi hezaran pispor û biryarderên ji seranserê cîhanê tevlî vê korbendê dibin.


.webp&w=3840&q=75)
