Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Mindanaoyê ya li başûrê Fîlîpînê erdhejeke bi mezinahiya 7,8an çêbû.
Li gorî agahiyên destpêkê di erdhejê de 4 kes mirine û bêhtirî 200 kesî jî birîndar bûne.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, li başûrrojavayê navçeya Kablalanê ya herêma Soccsksargenê ya parêzgeha Saranganiyê erdhejeke bi mezinahiya 7,8an rû daye.
USGSê ragihand ku erdhej di kûrahiya 55,2 kîlometreyan de çêbûye.
Piştî erdhejê 10 erdhejên din ên paşekî çêbûne ku mezinahiya wan di navbera 4,6 û 6,5an de ye.
Ji bo herêmê û welatên derdorê hişyariyên metirsiya tsunamiyê hatin dayîn.
Birêvebirê Enstîtuya Volkanolojî û Sîsmolojiyê ya Fîlîpînê Teresito Bacolcol piştî erdhejê ji Ajansa APyê re axivî.
Wî diyar kir ku navendên çavdêriya tsunamiyê yên li parêzgehên Sultan Kudarat û Serengeniyê pêlên bi bilindahiya metreyekê tomar kirine.
Serokê Fîlîpînê Ferdinand Marcos Jr jî bangî welatiyên li cihên metirsîdar kir û xwest ku ew demildest herin cihên bilind.
Marcos Jr eşkere kir ku hikûmet ketiye nav liv û tevgerê û dezgehên bersivdana karesatan di amadehiyê de ne.
Birêvebiriya Meteorolojiyê ya Malezyayê jî ji bo eyaleta Sabahê ya li Girava Borneoyê hişyariya tsunamiyê da.
Berpirsan ragihand ku piştî erdhejê bi nêzîkî 5 demjimêran metirsiya tsunamiyê bi rêjeyeke mezin derbas bûye.
4 kes mirin û zêdetirî 200 kesî birîndar bûn
Nivîsgeha Parastina Sivîl eşkere kir ku li gorî agahiyên destpêkê 4 kes mirine û bêhtirî 200 kesan jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di erdhejê de zerer gihîştiye gelek avahiyan.
Li gorî nûçeyên di medyaya xwecihî de, ji ber hejê hin geştên asmanî yên li wî welatî hatine rawestandin.
Her wiha li bajarê Davaoyê yê li herêma Mindanaoyê yê ku erdhej lê çêbûbû hemû wane hatine betalkirin.
Japonya û Endonezya jî hişyar in
Li gorî nûçeya ajansa Kyodoyê, Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê jî piştî erdheja li Fîlîpînê ji bo peravên Pasîfîkê hişyariya tsunamiyê belav kiriye.
Hat zanîn ku hişyarî ji eyaleta Îbarakiyê heta eyaleta Okinawayê rûberekî berfireh li xwe digire.
Ajansa Antarayê jî ragihand ku berpirsên Endonezyayê hişyariyeke zû ya tsunamiyê daye û wan diyar kiriye ku îhtimal heye erdhej li navçeyên peravî yên Endonezyayê bibe sedema tsunamiyê.
Fîlîpîn li ser "Xeleka Agir a Pasîfîkê" (herêma erdhej û volkanan) cih digire û erdhejên mezin gelek caran çêdibin.



