کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Damir Davidov û otomobila wî ya ku rastî êrişê hatiye / Wêne: Torên civakî

Damir Davidov û otomobila wî ya ku rastî êrişê hatiye / Wêne: Torên civakî

Cîhan

Li Moskowê êriş: Fermandarekî payebilind hat kuştin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

10-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran10-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Birêvebiriya Sereke ya Mûşek û Topavêjan a Wezareta Parastinê ya Rûsyayê (GRAU) Damir Davidov, di encama êrişeke bombeyî de canê xwe ji dest daye.

Êriş li nêzîkî Moskowê li otomobîla Davidov pêk hat.

Sibeha 9ê Hezîrana 2026an, derdora saet 05:30î li herêma Balaşîhayê ya li derveyî Moskowê teqîneke bihêz rû da.

Hat diyarkirin ku li taxa Aviatorovê dema otomobîleke cureya BMW X3 ji cihê parkkirinê derdiket teqiyaye.

Tevî midaxeleya xelkê derdorê jî ajokar li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Nasnameya wî li ser Telegramê hat eşkerekirin

Komîteya Lêpirsînê ya Federal a Rûsyayê û Dozgeriya Herêma Moskowê piştrast kir ku li Balaşîhayê teqînek rû daye û lêpirsîna cezayî dest pê kiriye.

Lê belê wan navê kesê ku canê xwe ji dest daye veşart.

Li aliyê din, kanala Telegramê ya VChK-OGPUyê ya Rûsyayê û çavkaniyên Ukraynayê ragihand ku kesê ku hatiye armancgirtin Damir Davidov e.

Damir Davîdov Serokê Birêvebiriya Sereke ya Mûşek û Topavêjan a Wezareta Parastinê ya Rûsyayê (GRAU) ye.

Çavkaniyeke dezgeha medyaya serbixwe Astrayê jî kuştina Davidov piştrast kir.

Rojnameya Kommersantê jî daxuyand ku hêza teqemeniya ku li binê otomobîlê hatiye bicihkirin bi qasî 500 gram TNTyê ye.

Hat zanîn ku Davidovê 57 salî li Penza-19ê dixebitî ku ev der wekî navenda hilberîna mûşekên nukleerî tê naskirin.

Li heman taxê sûîqesta duyem

Taxa ku êriş lê çêbûye, bi wê yekê tê naskirin ku leşkerên malnişîn bi piranî lê dijîn.

Nîsana 2025an jî Alîkarê Serokê Birêvebiriya Sereke ya Operasyonan a Sererkaniya Rûsyayê general Yaroslav Moskalîk li heman taxê hatibû kuştin.

Di otomobîla Moskalîk de jî bombe hatibû bicihkirin û ew di encama teqînê de miribû

Pirsên