Pêwendiyên Tehran û Washingtonê: Peymaneke nû li ber derî ye?
Hewlêr (Rûdaw) – Donald Trump ragihand ku ew bi Tehranê re gihîştine "peymaneke mezin" lê Wezareta Karên Derve ya Îranê bersiv da û diyar kir ku pêvajo hîn negihîştiye qonaxa dawî û Îran di bin zextan de ji "xetên xwe yên sor" venakişe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Ofîsa Oval daxuyaniyek da û got, "Me niha li ser şerê bi Îranê re peymaneke mezin pêk anî."
Trump destnîşan kir, ew pêşbînî dike ku di nava çend rojan de peyman li Ewropayê were îmzekirin û Cîgirê Serok J.D. Vance dê ji bo vê biçe Ewropayê.
Li hemberî gotinên Trump, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku tiştên li ser peymanê tên gotin tenê "îhtimal" in û mijar hîn negihîştiye qonaxa dawî.
Îsmaîl Beqayî bi tundî êrişî helwesta Washingtonê kir û anî ziman:
"Di van rojan de Amerîkiyan hewl da ku daxwazên xwe yên neheq bisepînin lê Îranê nîşan da ku ew bi ti awayî xwe radest nake.
Eger Îran di bin zext û gefan de ji xetên xwe yên sor vekişiyaba, dê ev yek beriya salekê bikira."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Washington bi sedema aloziyan tohmetbar kir û got, "Rewşa Tengava Hurmizê ji ber gavên Amerîkayê nearamtir e."
Beqayî her wiha eşkere kir ku "beşeke zêde" ya lihevkirinan bi dawî bûye lê "helwestên nearam ên Amerîkayê pêvajo xistiye nav pirsgirêkan."
Mijara qebûlkirina Mucteba Xamineyî
Donald Trump di daxuyaniyên xwe de îdia kir ku Îraniyan "gelekî xirab derb xwarine" û wî agahî wergirtine ku Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî peyman pejirandiye.
Lê belê Îsmaîl Beqayî ev yek red kir û got, "Amerîkî propagandayê dikin ku Îran di bin zextan de razî bûye lê em ji xetên xwe yên sor venakişin."
Ev guherîna dîplomatîk piştî 10 rojên pevçûnên dijwar ên leşkerî yên di navbera her du welatan de tê.
Alozî gava gihîştin lûtkeyê ku droneke Îranê helîkoptereke cureya Apacheyê ya Amerîkayê xist û Washingtonê jî wekî bersiv 20 armancên leşkerî yên li Îranê bombebaran kirin.
Medyaya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku beriya du hefteyan nivîsa lihevkirinê ya di navbera Tehran û Washingtonê de gihîştibû qonaxa dawî lê Serokê Amerîkayê çend xalên nû lê zêde kirin û Îranê îmzekirina wê red kir.
Rola Qeterê ya di navbeynkariyê de
Ajansa nûçeyan a Farsê ya nêzîkî Supaya Pasdaran li ser zimanê çavkaniyeke nêzîkî şandeya dan û standinan a Tehranê ragihand:
"Berovajî gotinên Trump, ti nivîsên peymanê yên di navbera Tehran û Washingtonê de negihîştine qonaxa dawî û nehatine pejirandin."
Li gorî agahiyên ajansê, roja çarşemê şandeyeke Qeterê ji bo navbeynkariyê çûye Tehranê û ragihandiye ku Amerîka ji wan xalên ku Donald Trump lê zêde kiribûn vekişiyaye.
Ev tê wê wateyê ku veger mane ser heman nivîsa destpêkê ku hîn li benda pejirandina dawî ya li Îranê bû.
Trump êrişên plankirî betal kirin
Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî nivîsî:
"Ji ber ku dan û standinên bi Komara Îslamî ya Îranê re gihîştine asta herî bilind a serkirdayetiya Îranê û hatine pejirandin, ez wekî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, êriş û bombebaranên xwe yên plankirî yên ji bo îşev ên li Îranê betal dikim."
Trump diyar kir ku peyman ji aliyê hemû aliyên pêwendîdar ve hatiye pejirandin ku di nav wan de Amerîka, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Tirkiye, Pakistan, Behreyn, Kuweyt, Urdin, Misir û gelek welatên din hene.
Trump di dawiya peyama xwe de ragihand ku "dem û cihê îmzekirina peymanê dê di demeke nêzîk de were eşkerekirin."



.webp&w=3840&q=75)