Hewlêr (Rûdaw) - Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî ragihand ku li Ewropayê zêdetirî 4 milyon Kurdên diyasporayê hene û eger ev hêz bibe yek, dikare li Ewropayê bibe "hêzeke nerm" a gelekî bibandor.
Şîfa Barzanî ji aliyên siyasî yên Kurdistanê xwest ku dev ji dubendiyê berdin û diyasporaya Kurdan bikin yek.
Li Ewropayê bi beşdariya gelek akademîsyen û rewşenbîran li ser rewşa diyasporaya Kurdî konferansek hat lidarxistin.
Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî li qada konferansê bû mêhvanê Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê û li ser rewşa Kurdên li derveyî welêt, pirsgirêkên wan û armancên konfederasyonê nirxandinên girîng kirin.
"Em dixwazin Kurd ji hizbatiyê dûr bikevin"
Şîfa Barzanî bal kişand ser nakokiyên di navbera Kurdên li derveyî welêt de û diyar kir ku ew hewl didin Kurdan li ser xeteke neteweyî bikin yek.
Şîfa Barzanî got, "Rastiyek heye ku heta niha li nav diyasporaya Kurdî yekrêziyek tune.
Lê ferqa ku li vir heye ew e ku mirvov dikare bi awayekî azad biaxive, rexneyan li hev bigirin û pêşniyarên baş bikin.
Amanca me ya sereke ew e ku Kurdên diyasporayê bibin yek. Em dixwazin Kurd ji hizbayetiyê dûr bikevin û li ser xeta Kurdayetiyê bixebitin."
Barzanî anî zimên ku wan wekî Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Baregeha Barzanî piştgirî daye vê konferansê da ku Kurdên li derveyî welêt bêyî tirs û dudiliyê daxwazên xwe bînin zimên.
Serpereştê Giştî yê Konfederasyona Rewenda Kurdistanî amaje bi wê yekê jî kir ku Serok Mesûd Barzanî şîret li wan kiriye û gotiye, "Ji hizbayetiyê dûr bin, herin kurdayetiyê bikin."
"Zêdetirî 4 milyonan Kurd li derve ne"
Şîfa Barzanî amaje bi hejmara Kurdên diyasporayê kir û hêza wan a potansiyel bi bîr xist.
Barzanî diyar kir ku eger ev hejmar baş were organîzekirin dê encamên gelekî mezin bi dest bixin û pê de çû:
"Zêdetirî 4 milyon Kurd li derveyî welêt dijîn. Ev hêzeke gelekî mezin e.
Eger em li diyasporayên din ên wekî Cihûyan, Ermeniyan yan jî Hindiyan binêrin, dîroka wan gelekî kevn e.
Lê diyasporaya Kurdî nû ye. Nêzîkî 50 salan berê Kurdên Bakurê Kurdistanê wekî karker hatin Almanyayê.
Piştre di salên 70 û 80yî de Kurdên Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hatin.
Yanî her parçeyekî Kurdistanê ketiye bin bandora çand û zimanê wî welatî ku lê jiyaye."
Pirsgirêka ziman û asîmîlasyonê
Şîfa Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka ziman a nifşên nû yên Kurdan ên li Ewropayê.
Barzanî eşkere kir ku asîmîlasyon xetereyeke mezin e û got: "Mixabin îro gelek Kurdên diyasporayê nikarin bi zimanê dayîka xwe, bi Kurdî biaxivin.
Destûra wan nebûye yan jî derfeta wan çênebûye ku fêr bibin."
"Diyasporaya Kurdan dikare bibe hêzeke nerm"
Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî destnîşan kir ku tevî hemû kêmasî û bêdewletbûnê jî, Kurdên li Ewropayê di gelek waran de bi ser ketine.
Barzanî behsa xebatên konfederasyonê kir û wiha axivî:
"Me dît ku Kurdan xwe xistiye nav civaka Almanyayê û entegre bûne. Wan şirket ava kirine, di warê werzişê û siyasetê de gelekî çalak in.
Ev hemû nîşan didin ku diyasporaya Kurdî dikare bibe hêzeke nerm (soft power).
Em dikarin vê hêzê wekî lobiyekê bi kar bînin da ku em piştgiriyê bidin welatê xwe û bandorê li ser siyaset û biryarên welatên Ewropayê bikin."
Bang li partiyên siyasî: Nakokiyan deynin aliyekî
Şîfa Barzanî di dawiya axaftina xwe de bangeke eşkere li partiyên siyasî yên Kurdistanê, bi taybetî jî partiyên Başûrê Kurdistanê kir.
Barzanî xwest ku partî bi berpirsyarî tevbigerin û wiha pê de çû:
"Daxwaza min ji hemû serkirde û partiyên siyasî ew e ku diyasporaya Kurdî nekin qurbaniyê nakokiyên xwe.
Bila rê bidin ku Kurdên derveyî welêt bibin yek û wekî lobiyeke neteweyî kar bikin.
Eger em li derve bibin yek, em ê karibin li hundir jî pirsgirêkên xwe hêsantir çareser bikin."
.webp&w=3840&q=75)

