Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Washingtonê ya Amerîkayê balafireke şer a artêşê di dema firîna perwerdeyê de ket.
Li gorî nûçeya kanala NBC Newsê, balafira şer a cureyê "F/A-18 Super Hornet" a ku li Stasyona Asmanî ya Pêyayên Deryayî ya Miramarê ya li eyaleta Californiayê bi cih bûbû, ji bo firîna perwerdeyê rabû.
Paşê balafir li eyaleta Washingtonê li herêmeke daristanî ya li nêzîkî golê ket.
Pîlot hat rizgarkirin
Pîlotê ku bi bikaranîna kursiyê avêtinê rizgar bû vaguhastin nexweşxaneyê.
Ji ber qezayê li daristanê agir derket û tîmên agirvemirandinê ji bo midaxeleya agir ber bi herêmê ve hatin şandin.
Li ser sedema qezayê dest bi lêpirsînê hat kirin.



