Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Amerîkayê eşkere kir ku bota hişê çêkirî ya Elon Musk a bi navê 'Grok' di şerê Îranê de hatiye bikaranîn.
Di diyarkirina cihên ku dê bombe lê bikevin de, hişê çêkirî roleke girîng lîstiye.
Bota hişê çêkirî Grok a şirketa xAIyê ku xwediyê wê kesê herî dewlemend ê cîhanê Elon Musk e, di operasyona artêşa Amerîkayê ya li dijî Îranê de hat bikaranîn.
Ev agahî di dozeke jîngehê de derket holê.
Ev doz, turbînên gazê yên navenda daneyan a mezin a şirketa xAIyê dike armanc ku ev navend hewcedariya enerjiya xwe ji van turbînan dabîn dike.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê di parastina xwe ya ku pêşkêşî dadgehê kir de îdia kir ku ev doz "binesaziya hişê çêkirî ya ku piştgirî dide operasyonên leşkerî yên Wezareta Şer tehdît dike."
Pentagon pesnê rola Grokê dide
Berpirsê beşa hişê çêkirî ya Pentagonê Cameron Stanley di îfadeya xwe ya bi sond de da zanîn ku Grok tevlî bernameya piştgiriya hişê çêkirî ya hedefgirtinê ya artêşa Amerîkayê 'Project Maven'ê hatiye kirin.
Bernameya Mavenê di ser modela 'Claude'yê ya şirketa hevrik Anthropicê re hatiye avakirin.
Stanley diyar kir ku bernameya Mavenê di proseyekê de ku di nav 96 demjimêran de avêtina zêdetirî 2 hezar cebilxaneyan ji bo 2 hezar hedefên cuda mimkin kir, roleke çalak lîstiye.
Stanley her wiha pesnê "hêza operasyonî ya ku Grok pêşkêş dike" da.
Rêxistina mafên sivîlan a NAACPyê ku aliyekî vê doza jîngehê ye, îdia dike ku xAIyê bi dehan turbînên bêdestûr bi kar anîne.
Li gorî îdiayê, piraniya van turbînan taxên ku reşikên Amerîkayî lê dijîn qirêj dikin û bi vî awayî Yasaya Hewaya Paqij bin pê kiriye.
Şirketa xAIyê jî parastina xwe dike û dibêje ev turbîn demkî û veguhêzbar in, loma jî ne di bin bandora yasayên navborî de ne.
Hevkariya li gel Google û OpenAIyê
Di dawiya meha Sibatê de hikûmeta Amerîkayê pêwendiyên xwe yên li gel şirketa Anthropicê qut kiribû.
Ev yek piştî wê çêbû ku şirketê pêşniyara bipêşxistina berhemên ji bo êrişên tam otomatîk û çavdêriya Amerîkayiyan red kiribû.
Li ser vê yekê, Pentagon ji bo bidestxistina armancên xwe yên di qada hişê çêkirî de, berê xwe da şirketên din ên wekî Google, OpenAI û xAIyê.
Piştî vê bûyerê, zêdetirî 600 karmendên Googleyê bangî şirketa xwe kir ku hişê çêkirî pêşkêşî operasyonên leşkerî yên veşartî neke.
Di meha Adarê de, hikûmet neçar ma qebûl bike ku bikaranîna berhema Anthropicê ya bi navê 'Claude' di operasyona li Îranê de didome.
Musk di meha Sibatê de xAI û SpaceXyê kiribûn yek. Şirketa navborî 12ê Hezîranê wekî yek ji parvekirinên herî mezin ên giştî yên dîrokê derketibû borsayê.



