Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî reşnivîsa peymanê ya ku di çapemeniya Amerîkayê de cih girtiye, di navbera Amerîka û Îranê de memorandûmeke têgihîştinê ya ku ji 14 xalan pêk tê hatiye amadekirin.
Di vê peymanê de mijarên wekî bidawîhatina şer, vekirina Tengava Hurmizê, kêmkirina cezayan û soza Îranê ya ji bo çênekirina çekên nukleerê cih digirin.
Li gorî nûçeya CNNyê, ev memorandûma têgihîştinê ya ku hîn bi awayekî fermî nehatiye belavkirin, çarçoveya pêvajoya ber bi peymaneke daîmî ya di navbera her du welatan de ava dike.
Di nûçeyê de hat gotin ku kopiyeke vê reşnivîsê ji rayedarekî Amerîkayî hatiye wergirtin.
Her wiha dîplomatên ku di Lîsteya G7ê ya li Fransayê de belge dîtine û çavkaniyên ku agahiya wan ji dan û standinan heye naveroka belgeyê piştrast kiriye.
Lê belê Berdevkiya Koşka Spî diyar kir ev metna ku gihîştiye destê CNNyê peymana dawî nîşan nade.
Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya ku nêzîkî Îranê ye jî îdia kir ku ev metnên hatine belavkirin ne rast in.
Agirbest û bidawîkirina şer tê pêşbînîkirin
Li gorî reşnivîsa peymanê, Îran û Amerîka dê bi îmzakirina vê peymanê re bidawîhatina şerê heyî li hemû eniyan ragihînin.
Her du alî dê soz bidin ku li dijî hev ti çalakiyên leşkerî nekin, hêzê bi kar neynin û gefa bikaranîna hêzê nexwin.
Di metnê de her wiha tê pêşbînîkirin ku her du welat rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa hev bigirin û destwerdanê li nav karên navxwe yên hev nekin.
Asayîkirina Tengava Hurmizê
Li gorî reşnivîsê, Amerîka dê dorpêça deryayî ya li ser Îranê rake û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya çûnûhatina deryayî gavan bavêje.
Îran jî dê ji bo ku çûnûhatina keştiyên bazirganî ya di navbera Kendava Basrayê û Deryaya Umanê de vegere asta berî şer, gavên pêwîst ên wekî paqijkirina mayînan û amadekariyên teknîkî bavêje.
Di belgeyê de tê gotin ku tê armanckirin çûnûhatina keştiyan herî dereng di nav 30 rojan de vegere asta asayî.
Planeke aborî ya 300 milyar dolarî ji bo Îranê
Yek ji xalên herî balkêş ên reşnivîsa peymanê pakêta piştgiriya aborî ye.
Amerîka û şirîkên wê yên herêmî dê ji bo jinûveavakirina aboriya Îranê û bipêşketina wê planeke berfireh a ku herî kêm 300 milyar dolarî li xwe digire amade bikin.
Tê pêşbînîkirin ku mekanîzmaya bicihkirina vê planê piştî îmzakirina peymana dawî di nav 60 rojî de were eşkere kirin.
Rakirina cezayan
Di reşnivîsê de tê gotin ku Amerîkayê qebûl kiriye ku di çarçoveya peymana dawî de cezayên li ser Îranê qonax bi qonax rake.
Di vê çarçoveyê de tê pêşbînîkirin ku biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, biryarên Komîteya Birêvebir a Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) û cezayên yekalî û dualî yên Amerîkayê werin bidawîkirin.
Piştî îmzakirina peymanê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dê ji bo hinartina petrola Îranê, hilberên petrokîmyayê û xebatên bank, sîgorta û veguhastinê yên pêwendîdar muafiyetan bide.
Îran: Em ê çekên nukleerê çênekin
Li gorî reşnivîsê, Îranê ducare teqez kiriye ku "ti carî dê çekên nukleerê çêneke."
Her wiha çarenivîsa uranyuma dewlemendkirî ya di destê Îranê de û mijarên din ên nukleerî dê di çarçoveya peymana dawî de werin nirxandin.
Alî li ser parastina rewşa heyî ya heta îmzakirina peymana dawî li hev dikin.
Li gorî vê, Îran dê rewşa bernameya xwe ya nukleerê neguhere, Amerîka jî dê cezayên nû nede ser Îranê û hêza xwe ya leşkerî li herêmê zêde neke.
Dan û standinên 60 rojî yên ji bo peymana dawî
Li gorî nûçeya CNNyê, tê çaverêkirin ku ev memorandûma têgihîştinê roja înê li Swîsreyê bi awayekî fermî were îmzakirin.
Piştî ketina meriyetê ya belgeyê, alî dê ji bo diyarkirina hûrgiliyên peymana dawî dest bi proseya dan û standinan a 60 rojî bikin.
Di reşnivîsê de her wiha tê destnîşankirin ku tê armanckirin peymana dawî bi biryareke mecbûrî ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were pejirandin.
14 xalên reşnivîsê
1 - Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li gel hevalbendên xwe yên di şerê heyî de, bi îmzakirina vê memorandûmê re bidawîhatina şer bi lez û daîmê li hemû eniyan (di nav de Libnan jî) radigihînin. Ji niha û pê de alî soz didin ku li dijî hev ti çalakiyên neyarane nekin û ji bikaranîna hêzê yan gefa bikaranîna hêzê dûr bisekinin. Peymana dawî dê biryarên vê xalê û xalên din teqez bike.
2 - Îran û Amerîka soz didin ku rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa hev bigirin û destwerdanê nekin nav karên navxwe yên hev.
3 - Îran û Amerîka soz didin ku di nav 60 rojan de (ku bi lihevkirina dualî dikare were dirêjkirin) dan û standinan bikin û bigihin peymana dawî.
4 - Piştî îmzakirina vê memorandûmê, Amerîka dê dorpêça deryayî rake, rê li ber her destwerdan yan astengiyeke li dijî Îranê bigire û herî dereng di nav 30 rojan de çûnûhatina deryayî vegerîne asta berê. Her wiha Amerîka soz dide ku piştî peymana dawî di nav 30 rojî de hêzên xwe ji deverên derdorê vekişîne.
5 - Bi îmzakirina vê memorandûmê re, Îran dê ji bo ku çûnûhatina keştiyên bazirganî ya di navbera Kendava Basrayê û Deryaya umanê de di nav 30 rojî de vegere asta berî şer, gavên bilez bavêje. Di vê çarçoveyê de rakirina astengiyên teknîkî û paqijkirina mayînan ji aliyê Îranê ve dê were kirin.
6 - Amerîka dê li gel şirîkên xwe yên herêmî planeke berfireh a ku her du alî li ser li hev dikin ji bo jinûveavakirina aboriya Îranê û bipêşketina wê amade bike û herî kêm 300 milyar dolarî ji bo vê dabîn bike. Mekanîzmaya bicihanîna vê planê dê di nav 60 rojî de wekî parçeyekî ji peymana dawî de were diyarkirin.
7 - Amerîka soz dide ku li gorî salnameyeke ku dê di peymana dawî de li ser li hev were kirin, hemû cezayên li ser Îranê rake. Ev biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, biryarên Komîteya Birêvebir a Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) û hemû cezayên yekalî û dualî yên Amerîkayê li xwe digire.
8 - Îran ducare teqez dike ku ti carî dê çekên nukleerî çêneke. Îran û Amerîkayê li hev kiriye ku çarenivîsa uranyuma dewlemendkirî û pêdiviyên nukleerî yên Îranê û hemû mijarên din ên nukleerî di çarçoveya peymana dawî de werin nirxandin.
9 - Îran û Amerîkayê li hev kiriye ku heta îmzakirina peymana dawî rewşa heyî biparêzin. Li gorî vê, Îran dê rewşa bernameya xwe ya nukleerê neguhere, Amerîka jî dê cezayên nû nede ser Îranê û hêza xwe ya leşkerî li herêmê zêde neke.
10 - Amerîka soz dide ku piştî îmzakirina vê memorandûmê û heta dema rakirina cezayan, ji bo hinartina petrola xav a Îranê, hilberên petrokîmyayê û hemû karên bank, sîgorta, veguhastin û xizmetguzariyên pêwendîdar muafiyetan belav bike.
11 - Amerîka soz dide ku li gorî bipêşveçûna dan û standinan, saman û pereyên Îranê yên hatine blokkirin serbest berde û temamî bide bin destê Îranê. Ev pere dê ji aliyê Banka Navendî ya Îranê ve werin bikaranîn û Amerîka dê destûr û rûxsetên pêwîst bide.
12 - Îran û Amerîkayê li ser avakirina mekanîzmayeke ku çavdêriya bicihkirina peymana dawî û pêbendbûna aliyan a li ser sozên xwe bike li hev kiriye.
13 - Piştî îmzakirina vê memorandûmê û bi taybetî piştgiriya li ser bicihanîna xalên 4, 5, 10 û 11an û standina garantiyên li ser wan, Îran û Amerîka dê tenê li ser xalên din dest bi dan û standinên peymana dawî bikin.
14 - Peymana dawî dê bi rêya biryareke mecbûrî ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were pejirandin.



