کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Civîneke Mezlûm Ebdî û Jean-Noel Barrot / Wêne: Arşîv

Civîneke Mezlûm Ebdî û Jean-Noel Barrot / Wêne: Arşîv

Cîhan

Mezlûm Ebdî û Jean-Noel Barrot li Parîsê civiyan

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

18-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran18-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê, li Parîsê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re civiyan.

Li gorî agahiyên, di civînê de bipêşketinên li Sûriyeyê û pêvajoya entegrasyonê ya bi Şamê re hatin gotûbêjkirin.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed her wiha li Parîsê ji bilî Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot bi hinek berpirsên din ên Fransayî re jî hevdîtin kirine.

Geşta Ewropayê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji bo dîtina piştgiriyeke aborî û siyasî dest bi geşteke dîplomatîk a li Ewropayê kir.

Mezlûm Ebdî sêşemê li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack re hevdîtinek pêk anîbû.

Rawestgeha yekem Îtalya bû

Piştî hevdîtinên li Hewlêrê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê dest bi geşta xwe ya Ewropayê kir.

Rawestgeha Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê ya yekem Îtalya bû.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi nûnerên Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê yên Îtalyayê re civiyabûn.

Holenda û Belçîka

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed piştî hevdîtinên xwe yên li Fransayê dê geşta xwe ya dîplomatîk a li Ewropayê bidomînin.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed dê ji Fransayê derbasî Holenda û Belçîkayê bibin û li wan deran bi rayedarên wan welatan re bicivin.

Pirsên