Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, sala 2025an 205 hezar karkerên pispor ên biyanî ji bo karkirinê mafê rûniştinê wergirtiye.
Ev yek li gorî sala 2024an, zêdebûnekê bi rêjeya ji sedî 30 nîşan dide.
Piraniya van pisporan ji welatên derveyî Yekîtiya Ewropayê (YE) yên wekî Hindistan, Vîetnam, Tirkiye û Çînê ne.
Amarên Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê li ser daxwaza parlamenterê partiya AfDyê René Springer hatin eşkere kirin.
Ev bersiva Hikûmeta Federal di medyayên wekî Welt û Berliner Zeitungê de cih girt.
Zêdetirîn karkerên pispor ji Hindistanê ne
Wezareta Karên Navxwe ragihand ku heta 30ê Nîsana îsal, 605 hezar koçber bi destûra "karkerên pispor" (Fachkraft) hatine tomarkirin.
Li gorî wezaretê, di rêza yekem de Hindistan bi 91 hezar karkerên pispor cih digire.
Li dû wê bi rêzê Vîetnam (35 hezar), Tirkiye (35 hezar), Çîn (31 hezar û 400), Rûsya, Mexrib û Îran her yek bi 23 hezar karkerên pispor tên.
Amarên wezaretê diyar dikin ku di 5 salên borî de bi giştî 765 hezar kesên ji welatên derveyî Yekîtiya Ewropayê mafê mayînê yê karkirinê wergirtiye.
Bipêşketina salane ya van amaran bi vî rengî ye:
Sala 2023yan 133 hezar kes, sala 2024an 157 hezar kes û sala 2025an gihîştiye 205 hezar kesan.
René Springer: Anîna karkerên biyanî ne eqilane ye
Siyasetmedarê AfDyê René Springer, di rojnameya Berliner Zeitungê de rexne li siyaseta hikûmetê ya li ser hêza kar girt.
Springer dibêje ku divê kêmasiya karkerên pispor bi rêya çavkaniyên navxweyî were çareserkirin, ne bi rêya koçberiyê.
Springer destnîşan kir ku "ne eqilane ye" bi sed hezaran karker ji welatên din werin anîn, di demekê de ku bi milyonan kesên li Almanyayê şiyana wan a kar heye "bê kar in û alîkariya dewletê werdigirin."
Sven Schulze: Pêdiviya me bi pisporên biyanî heye
Serokwezîrê eyaleta Sachsen-Anhaltê yê ji Partiya Xirîstiyan Demokrat (CDU), Sven Schulze ji ajansa DPANê re ragihand ku nêrîna wî ji ya AfDyê cuda ye.
Schulze her wekî AfDyê dixwaze ku bêkarên navxweyî bêhtir tevlî bazara kar bibin lê bal kişand ser rastiya civakê.
Schulze amaje bi pîrbûna civaka Almanyayê û kêmasiya karmendan a di sektorên wekî tenduristiyê de kir û got:
"Bê guman, ji bo bazara kar pêdiviya me bi koçberiya kontrolkirî ya ji derve heye."

.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)