Hewlêr (Rûdaw) - Azîz Çaplikê 28 salî yê ku ji bo xebatê çûbû Spanyayê û ev demek e li nexweşxaneyê dihat dermankirin mir.
Azîz Çaplik kurê Serokê CHPyê yê Dêrikê Mehmet Çaplik e û berî 6 salan ji bo xebatê çûbû Spanyayê.
Azîz 19ê Gulanê nexweş ket û li Nexweşxaneya Hospital Vall d'Hebron a Barcelonayê hat dermankirin.
Bijîşkan destnîşan kir ku di stûyê wî de tumor heye û Çaplik 11ê Hezîranê li nexweşxaneyê mir.
Veguhastina termê wî
Li gorî nûçeya DHAyê, piştî hewldanên malbatê û temamkirina kar û barên yasayî, termê wî dê 21ê Hezîranê bi rêya asmanî bînin Mêrdînê.
Termê wî dê li Dêrika Mêrdînê were veşartin.
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)