Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din li ser derbasbûna ji Tengava Hurmizê hişyarî da Îranê.
Donald Trump ragihand ku ew dê rê nedin ku ti bac bê wergirtin.
Trump her wiha diyar kir, tenê Washington dikare ji bo "qerebûkirina mesrefên xwe yên leşkerî" vê yekê bike.
Ev gefên Trump çend demjimêran piştî wê yekê hatin ku Tehranê ragihandibû Tengava Hurmizê hatiye girtin.
Donald Trump derbarê çarenivîsa Tengava Hurmizê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê peyamek belav kir û tê de got:
"Di maweyê 60 rojên agirbestê de, dê li Tengava Hurmizê ti bac û xerc neyên wergirtin. Her wiha piştî bidawîhatina van 60 rojan jî dê ti bac nebe."
Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn ku dê tenê di rewşekê de bac ji wê tengavayê were wergirtin û wiha pê de çû:
"Eger peymana dawî neyê bicihanîn, dê Amerîka bi xwe bacê bisepîne.
Ev yek jî dê wekî qerebûya wan xizmetan be ku Amerîkayê wekî milyaketekî parêzer pêşkêşî welatên Rojhilata Navîn kirine.
Bi vî awayî em dixwazin mesrefên xwe yên borî, yên niha û yên paşerojê vegerînin."
Pirsgirêka wergirtina bacê
Ev daxuyaniya Trump di demekê de ye ku pirsgirêka wergirtina pereyan ji keştiyên bazirganiyê bûye yek ji girêkên sereke yên di navbera Washington û Tehranê de.
Îranê berê ragihandibû ku li gorî peymanê, mafê wan heye "mesrefa xizmetguzariyên deryayî" ji wan keştiyan bistînin ku di tengavayê re derbas dibin.
Tê texmînkirin ku ev xerc ji bo her keştiyekê di navbera 1,5 heta 2 milyon dolaran de be.
Lê belê Trump bi tundî li dijî vê yekê derket. Wî daxuyand ku divê tengava "bi temamî û bê beramber" vekirî be.
Amerîka û Îran gihîştin peymanekê
Ev bipêşketin piştî wê yekê tên ku hefteya borî Amerîka û Îran li ser peymaneke 14 xalan li hev kiribû.
Armanca vê lihevhatinê bidawîanîna şerê 110 rojî yê di navbera her du aliyan de ye.
Li gorî peymanê, 60 rojî wekî qonaxa "dan û standinên teknîkî" hatiye diyarkirin da ku ew bigihîjin peymaneke aştiyê ya mayînde.
Lê di çend demjimêrên borî de, ji ber berdewamiya êrişên Îsraîlê yên li Libnanê, Tehranê careke din Tengava Hurmizê girt.
Her wiha Tehranê Amerîka bi "binpêkirina peymanê" tohmetbar kir.
Piştî ragihandina girtina tengavayê, Benjamin Netanyahu ferman da artêşa Îsraîlê da ku êrişên xwe yên li başûrê Libnanê rawestînin.
Dan û standinên li Swîsreyê
Demeke kurt piştî daxuyaniya Îranê ya ji bo girtina tengavayê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek da.
CENTCOMê ragihand ku hêzên wan dê li Tengava Hurmizê "amade û hişyar" bimînin.
Armanca wan ew e ku piştrast bibin hemû xalên peymanê tên bicihkirin.
Ev bipêşketin di demekê de ne ku şandeyên dan û standinan ên Îran û Amerîkayê li Swîsreyê ne.
Ew li wê derê amadekariya destpêkirina gotûbêjên teknîkî dikin.
Di heman demê de Hikûmeta Pakistanê ragihand ku dê 21ê Hezîrana 2026an li navçeya Burgenstockê ya Swîsreyê dest bi gotûbêjên bikin.
Di van gotûbêjan de, navbeynkarên Pakistanî û Qeterî dê li gel nûnerên Amerîka û Îranê bicivin.
Armanca wan gotûbêjkirina mîkanîzmaya bicihanîna peymanê ye.



