Hewlêr (Rûdaw) - Piştî mohrkirina peymana di navbera Amerîka û Îranê de, dan û standinên çaralî yên bi beşdariya Pakistan û Qeterê li bajarokê Burgenstockê yê Swîsreyê dest pê kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), civîna çaralî ya di navbera Îran, Amerîka, Pakistan û Qeterê de li Swîsreyê tê kirin.
Beşdarên "Lûtkeya Gola Luzernê"
Di vê lûtkeyê de ku wekî "Lûtkeya Gola Luzernê" hat binavkirin de gelek navên girîng amade ne.
Ji Pakistanê Serokwezîr Şahbaz Şerîf û Serokerkanê Pakistanê Asim Munîr beşdarî civînê dibin.
Ji aliyê Amerîkayê ve Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance, Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner li ser maseyê ne.
Şandeya Îranê di bin serokatiya Mihemed Baqir Qalîbaf de ye ku ew Serokê Parlamentoya Îranê û Serokê Şandeya Dan û Standinan e.
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî amade ye.
Ji aliyê Qeterê ve jî Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî bi şandeya xwe re beşdarî lûtkeyê bûye.
Hat ragihandin ku beriya civîna çaralî, şandeya Îranê bi navbeynkariya Qeterê bi şandeya Amerîkayê re hevdîtinek pêk aniye.
Peymana Îslamabadê ket meriyetê
Amerîka û Îranê di çarçoveya pêvajoya dan û standinên ku bi navbeynkariya Pakistanê hatibûn kirin de, 14ê Hezîranê ragihandibû ku wan li ser peymaneke ji 14 xalî li hev kiriye.
Armanca wê peymanê rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan a bi rêya diyalogê ye.
Ew peymana ku wekî "Peymana Îslamabadê" hat binavkirin, 18ê Hezîranê ji aliyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump ve bi awayekî dîjîtal hat mohrkirin û ket meriyetê.
Vekirina Tengava Hurmizê
Di naveroka peymanê de xalên gelekî girîng hene.
Rawestandina şer -di nav de Libnan jî heye-, vekirina Tengava Hurmizê û rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê ji wan xalên sereke ne.


