Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Komara Îslamî ya Îranê wekî nerazîbûna li hemberî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji dan û standinan ê li Swîsreyê derket.
Çavkaniyeke nêzîkî tîma dan û standinan ji ajansa Tasnîmê ya Îranê re ragihand ku şandeya welatê wan êdî li ser maseya dan û standinê namîne.
Vê çavkaniyê diyar kir ku ew li bin zext û gefên tund dan û standinan nakin û heta ku Washington şêwazê miameleya xwe neguhere ew venagerin ser maseyê.
Berî ku şande ji maseyê rabe, Serokê Şandeya Dan û Standinan a Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gefên Amerîkayê red kirin û ragihand ku Tehran ti hesaban ji bo gefên Amerîkayê nake û anî zimên:
"Ma ew ji xwe napirsin ku eger gefên wan encamek bida, ma ew dê îro bigihîşta vê rewşa bêhêvîtiyê? Em ti hesaban ji bo gefên Amerîkayê nakîn."
Serokê şandeya Îranê hişyarî da rayedarên Amerîkayê ku baldarî daxuyaniyên xwe bin û li pey çû:
"Hêzên me yên çekdar amade ne ku bi şêwazekî din bersivê bidin. Ew tenê diaxivin lê belê em in ku li qadê bi çalakî bersivê didin."
Şandeyên Amerîka û Îranê îro li Swîsreyê bûn da ku bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê bigihin peymanekê.
Gefên Trump ên li ser Tengava Hurmizê
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (21.06.2026) hişyarî da Îranê û ragihand ku eger ew Tengava Hurmizê bigirin, welatê wan dê bi temamî were tunekirin û nûnerên wan ên dan û standinan jî nikarin vegerin Îranê.
Trump eşkere kir ku Amerîka amade ye tengavê kontrol bike û wekî "ferişteya parastinê" ya herêmê, ji sedî 20ê hemû petrola ku di wir re derbas dibe ji bo xwe bibe.
Trump ji Fox Newsê re ragihand ku ew şeva borî rasterast bi rayedarên Îranê re peyiviye û bi tundî hişyarî daye wan:
"Eger hûn Tengava Hurmizê bigirin, dê êdî welatekî we tune be. Hûn dê nikaribin vegerin welatê xwe."


