Hewlêr (Rûdaw) - Ukraynayê eşkere kir ku li Deryaya Reş dronekê li keştiyekê daye û di nav birîndaran de welatiyên Tirkiyeyê jî hene.
Hêzên Deryayî yên Ukraynayê diyar kir ku dronekê li keştiyeke barhilgir a bi navê Victressê xistiye ku welatiyên Tirkiyeyê jî di nav xebatkarên wê de ne.
9 xebatkar hatin rizgarkirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku agir bi keştiyê ketiye û her 9 xebatkarên wê hatine rizgarkirin.
Her wiha hat ragihandin ku di nav xebatkaran de birîndar hene.
Hêzên Deryayî yên Ukraynayê anî zimên ku xebatkarên keştiyê welatiyên Misir, Tirkiye û Hindistanê ne.
Li gorî daxuyaniyê hemû xebatkarên keştiyê hatine rizgarkirin lê divê were gotin ku li ser rewşa birîndaran ti agahî nehatine dayîn.


