Hewlêr (Rûdaw) - Çend çavkaniyan ji rêxistinên mirovî ragihand, Polîsê Exlaqê yê hikûmeta Efxanistanê li nêzîkî deriyê sînorî yê di navbera Îran û Efxanistanê de ji ber ku rihê wan bi têra xwe dirêj nebûye nêzîkî 20 karmendên hawarçûnê yên navxwe desteser kirin.
3 çavkaniyan ji rêxistinên hawarçûnê diyar kir ku berpirsên Efxanistanê li gorî şiroveyeke yasaya Îslamî desthilatdariyê dikin û eşkere kir ku divê mêr rihê xwe ji bihostekê dirêjtir bikin.
Ew karmendên ku 20ê Hezîranê li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Îslam Qelayê hatine desteserkirin, karmendên wan rêxistinan bûn ku bi Neteweyên Yekbûyî re dixebitin.
Di daxuyaniyeke navxwe ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) de hat destnîşankirin ku Polîsê Exlaqê li navenda pêşwazîkirinê ya Îslam Qelayê "karmendên niştimanî yên wan rêxistinan desteser kirine ku hevparên Neteweyên Yekbûyî ne."
Sedema desteserkirinê jî "kurkirin an jî kurtkirina rihê wan" hatiye nîşandan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beşek ji karmendan di heman rojê de hatine berdan û yên din jî roja din (Yekşemê) hatine berdan.
Polîs red dikin
Wezareta Ferman bi Qenciyê û Rêgiriya li Xirabiyê ya Efxanistanê nexwest li ser bûyerê biaxive.
Lê belê Berpirsê Polîsê Exlaqê yê Parêzgeha Hîratê Ziyaedîn Taîb desteserkirina karmendên rêxistinên mirovî red kir û anî zimên:
"Ji rêxistinên nefermî kes nehatiye desteserkirin an zîndanîkirin."
Taîb her wiha eşkere kir ku berpirsên wezaretê 5 karmendên hikûmetê yên li saziyên cuda ji ber kurtkirina rihê wan desteser kirin.
Çavkaniyeke sêyem a ji rêxistinên hawarçûnê piştrast kir ku Polîsê Exlaqê bi ser saziyeke li ser sînorê Îslam Qelayê de girtiye û 20 kes desteser kirine.
Hat zanîn ku ew kes karmendên ajansên cuda yên xizmetguzariyê yên li ser sînor bûne û paşê ew veguhastine navçeya Kohsanê.
Piraniya xelkê li Efxanistanê pêbendî ola Îslamê ne lê belê niştecihên bajarên mezin beriya vegera Talîbanê ya sala 2021ê dikarîbû şêwaza jiyana xwe hilbijêrin.
Li wan herêmên sînorî yên ku berê şer di navbera çekdarên Talîbanê û hêzên ku Amerîka piştgiriya wan dikir de hebû, mêran an ji ber tirsê yan jî bi xwesteka xwe rihê xwe dirêj dikir.
.webp&w=3840&q=75)


