Hewlêr (Rûdaw) - Jina Kurd Semer Hisêna 42 salî ku beriya du salan ji Rojavayê Kurdistanê koçî Brîtanyayê kiribû niha di qada perwerdeyê de çîrokeke serkeftinê dinivîse.
Semerê li Koleja Manchesterê di nav 15 hezar xwendekaran de xelata "Xwendekara Herî Îlhambexş" bi dest xist.
Çîroka têkoşîn û serkeftinê
Semer Hisên beriya ku berê xwe bide xerîbiyê, li welatê xwe mamosteya bîrkariyê bû.
Lê belê ew beriya koçberiyê, bi nexweşiya penceşêra pêsîrê ket.
Semerê bi vîneke pola zora vê nexweşiya giran bir.
Ew piştî ku gihîşt Brîtanyayê, di nava du salan de hem fêrî Îngilîziyê bû û hem jî di jiyana akademîk de gavên mezin avêtin.
Ji nav 15 hezar kesan hat hilbijartin
Semer Hisên beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û behsa serkeftina xwe kir.
Semerê diyar kir ku ew li kolejê hem xwendekar e û hem jî bi xwebexşî di dersên bîrkariyê de alîkariya xwendekarên din dike.
Semerê got, "Sê mamosteyên min ez ji bo vê xelatê pêşniyar kirim.
Ez her tim dibêjim ku ez dê rojekê li Koleja Manchesterê bibim birêvebir. Vê baweriya min bala mamosteyan kişand."
Dibe hevala dersê ya kurê xwe
Çîroka Semerê tenê bi xelatê bi dawî nabe. Ew niha di heman demê de çar beşên cuda yên wekî Îngilîzî, bîrkarî, werger û jimêryariyê dixwîne.
Tevî Semer ji Zanîngeha Şamê derçûye jî ew îsal li gel kurê xwe yê mezin beşdarî ezmûnên pola 12an a Brîtanyayê bû da ku bibe xwediyê bawernameya (dîploma) wî welatî jî.
Xewna masterê û astengiya manê
Semer Hisên niha wekî mînakeke mezin a vîn û îradeyê li Manchesterê tê naskirin.
Ew dixwaze xwendina xwe ya masterê ya beşa bîrkariyê temam bike.
Lê belê tevî vê serkeftina mezin jî pirsgirêka wê ya manê heta niha nehatiye çareserkirin.
Ew li bendê ye ku mafê rûniştinê wergire da ku karibe xewnên xwe yên akademîk pêk bîne.


