کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Donald Trump / Wêne: AFP

Donald Trump / Wêne: AFP

Cîhan

Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

24-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran24-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Senatoya Amerîkayê di gaveke dîrokî de desthilatên Donald Trump ên ji bo domandina şerê Îranê sînordar kirin.

Hat ragihandin ku divê serok ji bo her êrişa nû ji Kongreyê destûrê bixwaze.

Ev biryar bi piştgiriya hinek Komariyan jî hat pesendkirin.

Vê yekê hêrseke tund a Trump li pey xwe anî û Trump ev gav wekî hewldanekê nirxand ku dixwaze Tehranê ji "têkçûnê" rizgar bike.

Senatoya Amerîkayê 23yê Hezîrana 2026an bi 50 dengên 'erê' li hemberî 48 dengên 'na' projeyasaya desthilatên şer pesend kir.

Di vê dengdanê de 4 senatorên Komarî (Susan Collins, Lisa Murkowski, Rand Paul û Bill Cassidy) bi Demokratan re dengê xwe da projeyasayê.

Biryar Trump neçar dike ku beriya her êrişa nû ya li ser Îranê ji Kongreyê destûrê wergire.

Eger gefeke bilez û rasterast li ser Amerîkayê yan hevpeymanên wê tune be, ev destûr şert e.

Trump: Min bi Îranê çok daniye

Li beramberî vê yekê, Donald Trump li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî êrişî Kongreyê kir.

Wî ev gav wekî tevgereke "bêwate û bêwext" pênase kir.

Trump wiha nivîsî, "Min bi Îranê çok daniye û amade ye têk biçe. Lê dîsa jî Senato biryarê dide ku desthilatên min sînordar bike."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ev biryar karê wî zehmettir dike û got:

"Ez dê her çi bibe karê xwe temam bikim çimkî ez her tim bi ser dikevim."

Yasaya desthilatên şer û destûr

Alîgirên vê biryarê dibêjin ku li gorî destûra Amerîkayê mafê ragihandina şer tenê yê Kongreyê ye, ne yê serok e.

Ev projeyasa berê li Senatoya Amerîkayê jî hatibû pesendkirin.

Li gorî Yasaya Desthilatên Şer a sala 1973yan, ji bo ku ev yasa bikeve meriyetê pêwîstî bi îmzeya serok nîne.

Her çend îdareya Trump dibêje ku biryarên bi vî rengî li dijî destûrê ne û ne pêbendker in jî ev yasa li pêşiya operasyonên leşkerî yên Trump wekî astengiyeke siyasî ya mezin tê dîtin.

Şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de 28ê Sibata 2026an dest pê kir.

Ev şer bû sedema têkçûna aboriya cîhanî û girtina Tengava Hurmizê.

Ji ber şer dubendiya siyasî ya li navxweyî Washingtonê gihiştiye lûtkeyê.

Senatoya Amerîkayê dixwaze rê li ber her cûre şerên nû bigire da ku aramiya siyasî ya welêt were parastin.

Pirsên