Hewlêr (Rûdaw) - Penaberê Kurd Hatem Yektayê ku 13 sal in li Papua Gîneya Nû asê maye ji ber nexweşiya xwe ya giran ber bi mirinê ve diçe
Gava ku di sala 2013an de Hatem Yekta çanteyê xwe yê rêwîtiyê amade kir, nedizanî ku ew ber bi zindaneke bê dîwar ve diçe ku tê de ciwanî, tenduristî û xewnên wî bibin qurbana siyaseta tund a koçberan.
Îro piştî 13 salan, rewşa tenduristiya wî xortê ji Rojhilatê Kurdistanê li Papua Gîneya Nû di metirsiyê de ye.
Arî Heyderî ku xwarzî û hevalê nêzîk ê Hatem e, bi rêya Rûdawê perdeyê li ser jiyana tijî êş a Hatem rakir.
Arî ku bi xwe re li gel Hatem dest bi rêya penaberiyê kiribû û salên dûr û dirêj li kampa Manûsê bi hev re bûn, niha ji Amerîkayê bi xemgînî qala wî hevalê xwe yê li pey mayî dike.
Ji holên werzişê yên Tehranê ber bi tenêtiya li Port Moresby
Hatem Yekta beriya ku bikeve rêya koçberiyê, xortekî werzişvan û tijî enerjî bû.
Arî Heyderî qala wî dike û dibêje, "Hatem li Tehranê li gel birayê xwe xwediyê holeke werzişê (bodybuilding) bû.
Wê demê ne tenê tu nexweşiyên wî tune bûn, belkî di lûtkeya hêz û tenduristiyê de bû.
Hatem mirovekî dilovan, dilsaf û alîkar e. Her tim girîngî dida malbata xwe.
Tenê xewna wî jiyaneke asayî û aram bû, lê niha gihîştiye astekê ku nikare bi durustî êşên xwe bîne ziman."
'Tenêtî û enfeksiyonê laşê wî rizandine'
Arî qala wê yekê dike ku niha Hatem li Port Moresby dijî, lê jiyaneke ku bêtir dişibe mirinê.
Arî derbarê rewşa wî ya tenduristiyê ya niha bi dilgiraniyeke mezin dibêje:
"Em bi rêya vîdeo û telefonê di têkiliyê de ne, lê dîtina Hatem di vê rewşê de pir dijwar e.
Ji me re ragihandin ku laşê wî tûşî enfeksiyoneke giran bûye û ji aliyê derûnî ve bi temamî rûxiya ye.
Pirsgirêka herî mezin ew e ku li wî cihê ku lê ye ne nexweşxaneyên baş hene û ne jî amûrên bijîşkî. Jiyana wî bi rastî di metirsiyê de ye."
Siyaseta ku mirovan piştguh dike
Arî û Hatem bi hev re dest bi rêya penaberiyê kir û çend salan di kampa Manûsê de man.
Arî dibêje, "Em çendîn salan li Manûsê bi hev re bûn heta 2019an. Wê demê rewşa tenduristiya Hatem ji niha pir çêtir bû."
Piştî dadgehê biryar da ku girtina penaberan li Manûsê neqanûnî bû, hinek penaber mîna Arî bi rêya Neteweyên Yekbûyî derfeta çûna welatên wekî Amerîka, Kanada û Nû Zelendayê wergirtin, lê Hatem û hejmarek penaberên din li Papua Gîneya Nû man û heta niha tu çareserî ji bo pirsgirêka wan nehatiye dîtin.
Arî dibêje, "Piştî 13 salan, hîn jî tu çareserî ji bo Hatem nehatiye dîtin. Ew niha bi tenê ye.
Hinek penaberên din li wir in, lê ji ber xirabûna rewşa wan a derûnî, heta beriya vê rewşa tenduristiyê ya xerab, têkiliya wan bi hev re tune bû."
Hêviya dê û bavê wî tenê dîtina kurê wan e
Di dema ku Hatem li Papua Gîneya Nû li gel mirinê şer dike, li Rojhilatê Kurdistanê malbatek heye ku 13 sal in çaverêtiya wan bi dawî nabe.
Arî qala malbata Hatem dike û dibêje, "Dayîk û bavê wî pir bi temen in û li Îlama Rojhilatê Kurdistanê ne.
Sê birayên wî li Tehranê dixebitin. Ji bo wan pir dijwar e ku piştî wan hemû salan, kurê xwe di vê rewşê de bibînin.
Tenê hêvî û daxwaza wan ew e ku Hatem bê dermankirin û rojekê vegere nav malbata xwe."
Çîroka Hatem Yekta, çîroka werzişvanekî ye ku asinên giran hildida, lê niha giraniya 13 salên xerîbî û nexweşiyê pişta wî diçemîne.


