Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser bicihkirina dorpêça Amerîkayê ya li hemberî Îranê got, “Rêya 71 keştiyan hat guhertin.”
CENTCOMê diyar ku hêzên Amerîkayê yên li keştiya USS George H.W. Bushê (CVN 77) di dema bicihkirina dorpêçê de "şev û roj bi tevahî hişyar in û di amadehiyê de ne."
Rêya 71 keştiyan hat guhertin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta 24ê Tebaxê hêzên CENTCOMê bi armanca kontrolkirina dorpêçê rêya 71 keştiyên bazirganiyê guhertiye.
Her wiha hat eşkerekirin ku hêzan 3 keştî ji kar xistine.
Hêzên CENTCOMê çûne nav 2 keştiyan jî û ew kontrol kirine.
Zêdetirî 40 keştiyên alîkariyê derbas bûn
CENTCOMê da zanîn ku destûr hatiye dayîn ku zêdetirî 40 keştiyên ku alîkariya mirovî hildigirin derbas bibin.
Di daxuyaniya CENTCOMê de ev tişt hatin gotin:
"Hêzên Amerîkayê yên li keştiya USS George H.W. Bushê (CVN 77), dema ku dorpêça Amerîkayê ya li ser Îranê bicih dikin, şev û roj bi awayekî hişyar û di amadehiyê de dimînin."
CENTCOMê li ser operasyonên ku di çarçoveya dorpêçê de heta 24ê Tebaxê hatine kirin jî ev agahî dan:
"Rêya 71 keştiyên bazirganiyê hatiye guhertin, 3 keştî hatine rawestandin û bêtevger hatine hiştin. Her wiha hêzên me çûne nav 2 keştiyan û ew kontrol kirine."
Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Li aliyê din, destûr hatiye dayîn ku zêdetirî 40 keştiyên ku alîkariya mirovî hildigirin derbas bibin."


