Hewlêr (Rûdaw) - Pêla germê bandoreke giran li beşeke mezin a Ewropayê kiriye.
Li gorî amarên nefermî, ji 22yê Gulanê ve ji ber germahiya zêde û bandorên wê li seranserê parzemînê 73 kes mirin.
Ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye 58 kes li Fransayê û 15 kes jî li Îngilistanê ne.
Li hêla din, Fransayê ji sala 1947an ve roja xwe ya herî germ dît.
Li Fransayê rekora dîrokî
Ajansa Keşnasiyê ya Neteweyî ya Fransayê (Meteo France) ragihand ku sêşemê endeksa germahiya giştî gihîştiye 29,8 pileyan.
Ev reqem navîniya germahiya şev û rojê ya 30 stasyonan li xwe digire.
Vê amarê rekora dîrokî ya ku 25ê Tîrmeha 2019an û 5ê Tebaxa 2003yan bi 29,4 pileyan hatibû şkandin derbas kir.
Hikûmeta Fransayê eşkere kir ku ji ber germahiya zêde hezar û 800 dibistan hatine girtin.
Li gelek dibistanên din jî ji bo ku xwendekar zû vegerin malê saetên dersan hatin kêmkirin.
Li Parîsê Birca Eyfelê û Muzeya Louvreyê ku cihên herî zêde yên geştiyariyê ne ragihand ku ew dê ji ber pêla germê deriyên xwe zû bigirin.
Rayedarên girava Mont Saint-Michelê ya li herêma Normandiyayê ya li bakurrojavayê Fransayê jî bangî geştiyaran kir ku di dema "hişyariya sor" de serdanên xwe bi paşve bixin.
Qutbûna elektrîkê û grevên karkeran
Rayedaran çarşemê daxuyand ku germahiyên zêde li bakurrojavayê Fransayê bûne sedema qutbûna elektrîkê ya nêzîkî 68 hezar malan.
Ev bû qutbûna ewil a mezin a elektrîkê ya vê demsalê.
Rayedarên herêma beravê ya Finistereyê diyar kir ku pirsgirêk ji ber transformatoreke tora elektrîkê derketiye ku ji ber germahiya zêde xera bûye lê di bûyerê de ti kesî zerer nedîtiye.
Li hêla din, karkerên şirketa otomotîvê ya Stellantisê ku nêzîkî bajarê Mulhouseyê yê Fransayê wesayîtên Jeep hildiberîne eşkere kir ku ew dê ji sêşemê heta yekşemê karê xwe zû xelas bikin.
Sedema vê yekê jî xerabiya şertên karkirinê yên di nav vê germê de ye.
Li Belçîkayê jî birêvebiriya abîdeya pola ya dîrokî Atomiumê ya li Brukselê daxuyand ku ew dê ji çarşemê heta înê deriyên xwe zû bigirin.
Armanca wan ew e ku di demjimêrên herî germ ên rojê de nexebitin.
Li welatên din ên Ewropayê hişyariya sor
Spanya: Hema bêje li hemû welêt hişyariya germê heye. Ajansa Keşnasiyê ya Neteweyî ya Spanyayê ji bo bajarên Cordobayê yê li başûr, Bilbaoyê yê li bakur û hinek beşên herêma Cantabriayê ya li bakur "hişyariya sor" da.
Îtalya: Wezareta Tenduristiyê ya Îtalyayê diyar kir ku ji ber pêla germê ji bo 15 bajaran hişyariya sor hatiye dayîn ku Mîlano û Roma jî di nav wan de ne. Hat gotin ku ev hejmar dê roja çarşemê bibe 16.
Polonya: Enstîtuya Keşnasiyê ya Polonyayê ji bo beşa rojavayê welêt ji pêncşemê heta şemiyê hişyariya germahiya giran da. Enstîtuyê pêşbînî kir ku rekora sala 1921ê ku 40,2 pile bû were şkandin.
Xirwatistan: Beravên Deryaya Adriyatîkê yên Xirwatistanê ji bo rojên în û şemiyê ketin rewşa hişyariya sor.
Macaristan: Macaristanê jî biryar da ku di navbera 27-30yê Hezîranê de hişyariya germê derxe asta herî bilind.
Bûyerên xeniqînê û banga Xaça Sor
Serokwezîrê Fransayê Sebastien Lecornu eşkere kir ku piştî 18ê Hezîranê 40 kesî ji ber ku xwestiye di bin pêla germê de xwe hênik bikin di avê de xeniqîne.
Piraniya van kesan ciwan in. Lecornu ev rûdan wekî "karesateke trajîk" bi nav kir.
Di heman demê de rayedarên Belçîkayê ragihand ku roja sêşemê di goleke çêkirî ya li rojhilatê welêt de du ciwanên 17 salî xeniqîne.
Federasyona Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî (IFRC) hişyarî da ku germahiyên zêde dikarin bibin sedema mirina kesên ku di rewşeke hestiyar de ne (zarok û kesên pîr).
Karbidesta Payebilind a Siyaseta Avhewayê ya IFRCyê Mary Friel, di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya li Cenevreyê de got:
"Heke tedbîrên pêwîst neyên wergirtin, germahiyên bilind ji bo bi hezaran mirovên li seranserê Ewropayê dikarin bi lez veguherin meseleyeke man û nemanê."



