Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îranê garantî daye wan ku ew li Tengava Hurmizê ti xerc an jî baceyan ji keştiyan nastînin.
Trump hişyarî da ku eger ev agahî şaş be ew dê yekser dawî li dan û standinan bînin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek belav kir û behsa pêwendiyên bi Îranê re kir.
Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa Tengava Hurmizê û pereyên Îranê yên li cem Amerîkayê mane.
"Eger şaş be dê dan û standin yekser biqedin"
Trump îdia kir medya nûçeyên berevajî belav dike lê Îranê ew agahdar kirine û got:
"Îranê Amerîka agahdar kiriye ku tevî nûçeyên xerapker ên medyaya sexte, ew li Tengava Hurmizê ji keştiyan ti xercê derbasbûnê û bacê yan jî ti xerciyên din nastînin û naxwazin.
Eger ev agahî şaş bin, dê dan û standin yekser biqedin!"
"Me pere nedane Îranê"
Serokê Amerîkayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku pereyên Îranê yên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine desteserkirin hîn li cem wan in û wiha pê de çû:
"Zêdeyî vê, ji aliyê Amerîkayê ve ti pere ji Îranê re nehatiye dayîn, an jî ji pereyên wan tiştek ji wan re nehatiye berdan.
Em dê hinek pereyên wan ku bi temamî di bin kontrola me de ne, bidin cotkar û xwediyên zeviyên xwe."
Dê ji bo Îranê xwarinê bikirin
Trump da zanîn ku ew dê wan pereyan ji bo kirîna garis, genim û hinek berhemên din ên çandiniyê bi kar bînin û got:
"Li Îranê pêdiviyeke mezin bi xwarinê heye û em dê bi taybetî ji Amerîkayê ji bo wan xwarinê bikirin. Ji bo eleqeya we ya li ser vê mijarê spas dikim!"



