Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Azerbeycanê, Mihemed Baqir Qalîbafê ku ji bo beşdaraiya Konferansa 20an a Yekîtiya Parlamentoyên Welatên Endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî (PUIC) li Bakuyê ye, bi Îlham Aliyev re civiya.
Aliyev di hevdîtinê de destnîşan kir ku gelê Îranê yê bira di demên dawî de êşên mezin kişandiye û ji bo kesên ku di şer de mirine sersaxî xwest.
Aliyev anî ziman ku di pêvajoya şer de dewlet û gelê Azerbeycanê li kêleka Îranê cih girtiye û diyar kir ku dan û standinên bi rêya telefonê yên bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re û pêwendiyên di astên cuda de nîşaneya vê piştgiriyê ne.
Aliyev ragihand ku ew bi agirbestê kêfxweş in û got, "Ez hêvî dikim ku li herêmê ti carî şer çênebin."
Serokkomarê Azerbeycanê bal kişand ser wê yekê ku hem Azerbeycan û hem jî Îran di paşerojê de rastî encamên xerab ên şeran hatine û girîngiya aramî û aştiya mayînde ya li herêmê bi bîr anî.
"Dost û dijmin di dema şer de diyar bûn"
Mihemed Baqir Qalîbaf jî ji bo piştgiriya Aliyev, dewlet û gelê Azerbeycanê ya di rojên dijwar ên Îranê de spasiya xwe pêşkêş kir.
Qalîbaf diyar kir ku şer êş û trajediyeke mezin e û li pey çû:
"Azerbeycanê di vê pêvajoyê de pêwendiya xwe ya cîrantiyê ya baş parast, alîkariya mirovî texsîr nekir û gelê Azerbeycanê li kêleka Îranê sekinî.
Ev piştgirî dê her tim di bîra gelê Îranê de bimîne.
Îranê di pêvajoya şer de dost û dijminên xwe nas kirin.
Di vê serdemê de Azerbeycan wekî welatekî dost li kêleka Îranê cih girt."



