Hewlêr (Rûdaw) - WSJ ragihand ku birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump plan dike ku tevî biryara Kongreyê dê motorên balafiran bifiroşe Tirkiyeyê.
Rayedarekî Amerîkayî li ser firotina motorên balafiran ên ji bo Tirkiyeyê axivî.
Hatibû ragihandin ku birêvebiriya Donald Trump dixwaze tevî Kongreyê firotina motoran a ji bo Balafira Şer a Milî KAANê pêk bîne.
Rayedarê Amerîkayî got, “Balyoz Tom Barrack, rayedarên Wezareta Şer û rayedarên Wezareta Karên Derve li ser vê mijarê bi xwe agahî dane Kongreyê.”
Rayedarekî din ê ji hikûmeta Trump ku nexwest navê wî eşkere bibe, daxuyanî da nûçegihanên AAyê.
Rayedar destnîşan kir ku hikûmet tim bi awayekî herî şefaf bi Kongreyê re di nava pêwendiyê de ye û got:
“Ji bilî pêwendiya birêkûpêk a bi Kongreyê re, Balyoz Barrack, rayedarên Wezareta Şer û rayedarên Wezareta Karên Derve jî li ser vê mijarê bi xwe agahî dane Kongreyê.”
Nûçeya The Wall Street Journalê
Pêşî rojnameya The Wall Street Journalê (WSJ) ev yek nivîsandibû.
WSJyê ragihandibû ku hikûmeta Serokê Amerîkayê Donald Trump plan dike ku di firotina motorên balafiranên ji bo KAANê de biryara Kongreyê li derveyî pergalê bihêle.
Her wiha WSJyê nivîsandibû ku hikûmetê niyeta xwe ya firotinê ji Kongreyê re ragihandiye.
Li gorî rojnameyê, rayedarekî ji hikûmeta Trump ev gav wekî nîşaneya "têkiliyên nêzîk" ên di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump de nirxandiye.
Bersiva Trump a li ser F-35an
Donald Trump doh pirsên rojnamegeran bersivandin.
Rojnamegerekî ji Trump pirsa "Gelo hûn dê li ser firotina motorên balafiran û F-35an bi nûçeyên xweş herin Enqereyê?" kir.
Trump ev pirs wiha bersivand:
“Ez bawer im ez dê wisa bikim. Tirkiye endameke NATOyê ye. Hinek kes Tirkiyeyê wisa nabînin lê bi rastî wisa ye.
Ew endameke bihêz a NATOyê ye. Belê, îhtîmal e ku ez dê tiştekî wisa bikim ku ew (Erdogan) gelekî kêfxweş bibe.”
Endamê Demokrat ê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Gregory Meeks jî li ser malpera Kongreyê daxuyaniyek belav kir.
Meeks di daxuyaniya xwe de got, “Doh derengiya şevê hikûmetê ji min re ragihand ku dê di dabînkirina zêdetirî 700 milyon dolar kel û pelên parastinê ji bo artêşa Tirkiyeyê de careke din lêkolîna Kongreyê derbas bike.”
JD Vance jî li ser F-35an axivî
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance jî di daxuyaniya xwe ya doh de pirseke li ser firotina F-35an a ji bo Tirkiyeyê bersivand.
JD Vance di bersiva xwe de bal kişand ser pêvajoyên qanûnî yên ku Kongreya Amerîkayê jî di nav de ye û got:
“Wezîrê Şer Pete Hegseth û hemû tîm niha li ser vê yekê lêkolînê dikin. Çimkî ji bo ku em li gorî qanûnên Amerîkayê tevbigerin hinek xal hene ku divê em wan piştrast bikin."
Serok ji me xwest ku em vê yekê bikin. Em kontrolan dikin û em piştrast dikin ku ev tişt pêk tên.”



