Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Risklineyê ya ku rîskên gerê analîz dike û platforma ewlehiya gerê ya Safetureyê raporek belav kir.
Li gorî raporê, Ewropa ji ber rûdanên hewayê yên dijwar bûye herêmeke rîskdar. Vê yekê rîskên ji bo gerên ber bi parzemînê ve zêde kirine.
Di rapora "Hurricane Informer 2026" de hat diyarkirin ku rûdanên hewayê yên dijwar ên wekî bahozên tund êdî tenê li herêmên wekî Karayîp û Asyayê nayên dîtin.
Ev rûdan her ku diçe li herêmên Ewropayê û Deryaya Spî jî tên dîtin ku heta niha wekî herêmên ewletir dihatin qebûlkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber guherîna avhewayê û germahiya ava deryayê, îhtimala bahozên tropîkal li derveyî herêmên wan ên asayî zêde bûye.
Raporê eşkere kir ku sîstemên tropîkal li Ewropayê dibin sedema baranên tund, lehî û bayên wêranker.
Ewropa heta niha ji bandorên rasterast ên bahozan dûr bû.
Di raporê de hat bi destnîşankirin ku bahozên Amy û Benjaminê yên Çiriya Pêşîn a 2025an û bahozên Goretti û Leonardoyê yên destpêka 2026an zerereke mezin daye çûn û hatina bejahî û asmanî ya li Başûr û Rojavayê Ewropayê.
Rîska gerên cîhanî zêde dibe
Birêvebirê Firotinê yê Safetureyê Marcel Brandt li ser raporê anî ziman:
"Rûdanên hewayê yên dijwar êdî li wan herêmên ku berê bi van rîskan nedihatin naskirin jî dibin rîskeke gerê ya cîhanî."
Brandt bal kişand ser zêdebûna rîska gerên ber bi Ewropayê ve û li pey çû:
"Ji bo gereke ewle, amadehî û gihîştina bilez a agahiyên rast ji her demê girîngtir bûye."
Ewropa di bin bandora pêla germahiyê de ye
Nêzîkî 10 roj in pêla germahiyê bandorê li Ewropayê dike.
Fransa, Spanya û Îtalya ew welat in ku herî zêde ji pileyên germahiyê yên rekor bi bandor bûne.
Li Fransayê li 72 parêzgehan asta hişyariyê bû sor, li nêzîkî 14 hezar dibistanan perwerde hat rawestandin an jî saetên wan hatin guhertin.
Li Fransayê ji 18ê Hezîranê ve zêdetirî 40 kesên ku ji bo hênikbûnê ketibûn avê xeniqîn, her wiha mirinên ji ber germahiya zêde jî zêde bûn.
Li Spanyayê di pêla germahiyê ya ewil a havînê de pile li hinek bajaran gihîştin 44 û 45an.
Li Îtalyayê jî li gelek bajaran asta hişyariyê bû sor.



