Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên parastina asmanî ya Rûsyayê şeva borî 660 dronên Ukraynayê xistine.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku bi rêya platforma Maxê hatiye belavkirin, ev êrişa berfireh li zêdetirî deh herêmên cuda hatiye kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku hêzên wan karî dronan li asmanê Moskowê, nîvgirava Kirimê, Deryaya Reş û Deryaya Azovê bixînin.
Ev bipêşketina leşkerî di demekê de ye ku şerê her du welatan derbasî qonaxeke nû bûye.
Ukrayna ji bo ku li nav kûrahiya axa Rûsyayê bide bikaranîna dronan didomîne.
Ev yek jî zexteke zêde dixe ser pergalên parastinê yên Moskowê.
Rayedarên Rûsyayê heta niha li ser zererên wan êrişên dronan ti agahî belav nekirine.
Şerê Rûsya û Ukraynayê Sibata 2022yan dest pê kir.
Niha nêzîkî ji sedî 20ê axa Ukraynayê di bin kontrola Rûsyayê de ye.

.webp&w=3840&q=75)

