Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kielê yê Almanyayê, gorên Elewiyan ên li Goristana Sudfriedhofê rastî êrişa kes an jî kesên nenas hat.
Nîşankirina kêlên goran a bi boyaxa sor di nav civaka Elewiyan de bû sedema bertekên tund.
Civaka Elewiyan a Kielê li ser vê êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ev êriş tenê wekî zerereke madî nayê dîtin.
Civaka Elewiyan destnîşan kir ku ev rûdan çalakiyeke nefretê ye ku baweriya Elewiyan û bîra civakî dike armanc.
Li gorî agahiyên heyî, di êrişê de tenê gorên Elewiyan hatine nîşankirin.
Cîgirê Serokê Civaka Elewiyan a Almanyayê Denîz Kaşal li ser êrişê got:
"Kesên ku gorên kêmîneyeke dînî dikin armanc, ne tenê rûmeta miriyan û hestên xizmên wan, di heman demê de hesta ewlehiyê ya hemû civakê jî birîndar dikin."
Dema êrişê balê dikişîne
Ev êriş di meha Miheremê de û berî salvegera Komkujiya Sêwazê ya 2yê Tîrmeha 1993yan pêk hatiye.
Ev yek jî dilgiraniyên civakê zêdetir dike.
Civaka Elewiyan a Kielê eşkere kir ku wan polîs agahdar kirine û dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Wan xwest ku hemû aliyên bûyerê werin ronîkirin û sedemên siyasî yan jî dijberiya li hemberî Elewiyan bi hûrgilî werin lêkolînkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Rûmeta miriyên me nayê binpêkirin.
Goristan cihên rêz, mirovahî û wîjdanê hevpar in.
Kesên ku aramiya miriyan dikin armanc, êrişî nirxên bingehîn ên bihevrejiyanê dikin."
Civaka Elewiyan a Kielê her wiha ji bo peyamên piştgiriyê yên ku ji aliyê siyasetmedar, saziyên civakî û olên cuda ve hatine şandin spasiya xwe anî ziman.



.webp&w=3840&q=75)