Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin Rûsya û Ukraynayê 160 leşkerên dîl bi hev guhertine.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku 160 leşkerên Rûs ji Ukraynayê hatine wergirtin û 160 leşkerên dîl ên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê jî radestî Ukraynayê hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Rûs ên ku di encama pevguhertina dîlan de hatine berdan niha li Belarusê ne û alîkariya derûnî û bijîşkî ji wan re tê dayîn.
Hat destnîşankirin ku dê wan leşkeran ji bo dermankirin û rehabîlîtasyonê paşê veguhêzin saziyên tenduristiyê yên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê.
Her wiha hat eşkerekirin ku pevguhertina dîlan bi navbeynkariya Îmaratê hatiye kirin.
"Hemû ji sala 2022yan ve dîl bûn"
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser pevguhertina dîlan a bi Rûsyayê re daxuyaniyek da.
Zelenskyy diyar kir ku di encama pevguhertinê de 160 leşkerên Ukraynayê vegeriyane welêt û got, "Hemû ji sala 2022yan ve dîl bûn."
Zelenskyy destnîşan kir ku ew dê xebatên xwe yên ji bo berdana hemû dîlên Ukraynayî bidomînin.
Pêvajoya pevguhertina dîlan
Serokê Amerîkayê Donald Trump meha borî ragihandibû ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de 9-11ê Gulanê agirbesteke demkî ya 3 rojî hatiye ragihandin û agirbest pevguhertina 1000 leşkerên dîl ên her du welatan li xwe digire.
Rûsya û Ukraynayê jî ragihandibû ku wan ev înîsiyatîva Trump qebûl kiriye lê di dema agirbesta demkî de pevguhertina leşkerên dîl pêk nehatibû.
Paşê di navbera her du welatan de 15ê Gulanê 205 leşkerên dîl û 5ê Hezîranê jî 185 leşkerên dîl hatibûn pevguhertin.


