Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîsa paytexta Fransayê doh ji ber germa zêde ya hewayê 109 kes mir.
Li Fransayê hewaya germ a ku ev çend roj in didome, zererê dide tenduristiya welatiyan jî.
Li gorî nûçeya saziya weşana giştî Franceinfoyê ya ku xwe dispêre amarên saziya xizmetguzariya tenduristiyê ya bilez, doh li Parîsê 109 kesên ku ji ber germahiya zêde nexweş ketibûn mirin.
Ev hejmar tenê wan kesan li xwe digire ku li malê yan jî li cihên giştî mirine.
Miriyên li nexweşxane û malên pîran neketine nava van amaran.
Di rojeke asayî de tenê 7 kes dimirin
Di heman serdema salê de, di rojeke asayî de li Parîsê bi navînî tenê 7 kes dimirin.
Her wiha doh li Parîsê 30 kesî krîza dil derbas kir.
Di nexweşxaneyan de plana rewşa awarte
Li derdora Parîsê ya ku germa zêde lê bi bandor e, di nexweşxaneyan de "plana rewşa awarte" ket meriyetê.
Ev plana ku di rewşên awarte de li saziyên tenduristiyê yên Fransayê dikeve meriyetê, bangkirina karmendên di bêhnvedanê de ne, zêdekirina kapasîteya nivînan û bipaşxistina neştergeriyên ne lezgîn li xwe digire.
Li gorî daxuyaniya saziya keşnasîyê ya Fransayê Meteo-Franceê, ji ber germa zêde ya li seranserê welêt, li 37 parêzgehan (di nav de Parîs û parêzgehên derdora wê jî hene) alarma sor û li 48 parêzgehan jî alarma pirteqalî hatibû dayîn.

.webp&w=3840&q=75)

