Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku nêzîkî 7 milyon kesan ji ber erdhejên Venezuelayê zerer dîtiye.
Di erdhejan de nêzîkî hezar kesan mirin û bi dehan hezar kes jî winda ne.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) piştî lêkolînan li amarên nifûsê û zererên heyî daxuyaniyek da.
IOMyê ragihand ku ew gihîştine wê encamê ku "6,76 milyon kesan ji ber erdhejên wêranker ên 24ê Hezîranê yên Venezuelayê zerer dîtiye."
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de hişyarî da.
Hat diyarkirin ku tenê li paytext Karakasê 2 milyon kes di bin bandora erdhejê de mane.
Bîlançoya miriyan giran dibe
Çarşema borî li herêma La Guairayê ya li bakurê Karakasê bi hêza 7,2 û 7,5 pileyan du erdhejên mezin çêbûn.
Ji ber vê karesata xwezayî li wê deverê avahî bi temamî rûxiyan.
Li gorî amarên fermî heta niha 920 kesan canê xwe ji dest daye.
Di heman demê de li wî bajarê peravê û deverên din bi dehan welatî di bin kavilên avahiyan de mane.
Berpirsê Alîkariyan ê Neteweyên Yekbûyî Tom Fletcher roja înê ji Ajansa AFPyê re axivî.
Tom Fletcher ragihand ku li wî welatî zêdetirî 50 hezar kes winda ne.
Alîkariya hişê çêkirî
Rêxistina IOMyê da zanîn ku wan ji bo analîzkirina nexşeyên destpêkê yên peykan, bi tora hişê çêkirî ya Microsoftê (Microsoft AI for Good Lab) re kar kiriye.
Li gorî analîzan, ji sedî 31,5ê avahiyên bajarokê Catia La Marê zerer dîtine.
Rêxistinê diyar kir, ev nirxandin ji tîmên rizgarkirinê re dibin alîkar da ku ew herêmên herî zêde zerer dîtine destnîşan bikin.
Bi vî awayî karê gihandina alîkariyên mirovî hêsantir dibe.
“Demjimêrên destpêkê diyarker in”
Birêvebira Giştî ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî Amy Popeyê di daxuyaniyekê de got, "Demjimêr û rojên pêşîn ên piştî karesatê gelekî girîng û diyarker in."
Amy Popeyê diyar kir ku rêxistina IOMê bi lez kar dike.
Wê anî zimên ku kel û pelên rizgarkirinê yên ku berê hatine amadekirin tên belavkirin û got:
"Em bi hikûmet û hevkarên xwe re kar dikin da ku ji bo rizgarkiriyan stargeh, xwarina bingehîn û ewlehiyê dabîn bikin."
Birêvebira rêxistinê hişyarî da ku rêjeya koçberiyê li wî welatî dê bê guman bilind bibe ku beriya erdhejê jî rûbirûyî krîzeke mirovî bûbû û got:
“Bersivdana bilez gelekî girîng e. Em alîkariya rizgarkirinê pêşkêş dikin û em dê di paşerojê de jî piştgiriyê bidin gelê Venezuelayê."
Ajansa koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku pêdiviyên xelkê "lezgîn û berçav in."
Malbatên ku her tiştê xwe winda kiriye, bi awayekî bilez pêwîstiya wan bi stargeh, ava paqij, xizmetguzariyên tenduristiyê û piştgiriya parastinê heye.
.webp&w=3840&q=75)


