Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger welatê wî neçarî şer bibe, dê "Îran êdî nemîne."
Ev daxuyanî piştî wê hat ku her du aliyan bi tundî êrişî hev kir û agirbesta di navbera wan de ketiye bin metirsiyê.
Donald Trump danê sibehê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nivîsand:
"Balafirên Amerîkayê li qadên dron, mûşek û radarên Îranê xist.
Sedem jî binpêkirina peymana agirbestê ya ji aliyê Tehranê ve ye."
Trump hişyariyeke tund da û got:
"Dibe ku em bigihêjin xaleke wisa ku em dê êdî nekaribin bi mantiqî tevbigerin û em neçar bibin wî karê ku me bi serkeftî dest pê kiribû bi dawî bînin.
Eger ev yek bibe, dê Komara Îslamî ya Îranê êdî nemîne!"
Bersiva Supaya Pasdaran a Îranê
Piştî êrişên Amerîkayê, Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan ji bo tolhildana bombebarankirina axa xwe, êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê kiriye.
Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran, 8 saziyên girîng ên Amerîkayê yên li baregeha Elî Salim a li Kuweytê û baregeha 5an a Hêzên Deryayî ya Amerîkayê ya li Mîna Selman a Behreynê hatine rûxandin.
Supaya Pasdaran got, "Dê bersiveke wêranker ji bo her destdirêjiyê hebe."
Çend dronên Îranê qadên Behreynê kirin armanc.
Behreynê Îran bi "têkdana hewlên aştiyê" tawanbar kir.
Peymana Pakistanê di metirsiyê de ye
Ev alozî di demekê de ne ku nîvê meha Hezîranê bi navbeynkariya Pakistanê peymaneke lihevtêgihiştinê di navbera Îran û Amerîkayê de hatibû îmzekirin.
Di wê peymanê de her du aliyan û hevpeymanên wan soz dabûn ku li dijî hev operasyonên leşkerî nekin û hêzê bi kar neyînin.
Her wiha di wê peymanê de Îran razî bûbû ku tenê ji bo 60 rojan rêyeke aram û bêpere ji bo keştiyên bazirganî yên ji Tengava Hurmizê ber bi Deryaya Umanê ve û berovajî wê dabîn bike.
Supaya Pasdaran îro ragihand ku ew dê ji bo kontrolkirina çûn û hatina li tengavê rêkarên nû bigirin ber xwe û da zanîn ku dê bi tundî bi wan keştiyan re tevbigerin ku binpêkirinan dikin.
Êrişên li axa Îranê
Roja şemiyê artêşa Amerîkayê du rojan li dû hev li hinek qadên nav axa Îranê xist.
Ev wekî bersivekê bû ji bo êrişa li keştiyeke petrolê ya li Tengava Hurmizê ku Amerîka Îranê pê tawanbar dike.
Supaya Pasdaran roja pêncşema borî jî hişyarî dabû ku ew dê rê nedin ti keştiyan ku bêyî destûra wan di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Ev yek piştî wê hat ku Umanê pêşniyara rêyeke alternatîf ji bo keştiyan kiribû.
Niha Îran tenê destûrê dide ku keştî di wê rêyê re derbas bibin ku li beravên wan re diçe.


.webp&w=3840&q=75)
