Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê di êrişeke çekdarî ya li navendeke çavdêrî û parastina ciwanan a li bajarê Stadeyê yê bakurê Almanyayê de 6 kes hatine kuştin.
Polîsan da zanîn ku îhtimaleke mezin e ku bûyer ji ber "pirsgirêkek malbatî" pêk hatibe.
Destpêkê polîsên Almanyayê ragihandibû ku di êrişa çekdarî ya li navenda hawarçûn û çavdêriya ciwanan a li bajarê Stadeyê de ku dikeve rojavayê Hamburgê, 5 kes hatine kuştin lê pişt re hejmara kuştiyan derket 6an.
Polîsan destnîşan kir ku di vê êrişa bixwîn de çend kesên din jî birîndar bûne.
Ev bûyer di salên dawî de yek ji wan êrişên çekdarî yên herî xwînî yên li wî welatî ye. Hemû kesên ku canê xwe ji dest daye kesên mezin bûn.
Gumanbar hatin desteserkirin
Li gorî medyaya Almanyayê, piştî agahdarkirinê polîs çûne cihê bûyerê û dîtine ku 2 kesên gumanbar dixwazin bi otomobîlekê birevin.
Polîsan gule berdan otomobîlê, otomobîl rawestand û her du gumanbarên ku temenê wan di ser 21 saliyê de ne desteser kirin.
Polîsan her wiha ragihand ku êdî ti metirsiyek li ser welatiyan nemaye.
Nifûsa bajarê Stadeyê nêzîkî 50 hezarî ye, dikeve qeraxa Çemê Elbeyê û 50 kîlometreyan ji rojavayê Hamburgê dûr e.
Êrişa çekdarî li nêzîkî navendeke rojane ya lênerîna zarokan û dibistaneke seretayî rû daye.
Endamê Meclisa Bajêr Carsten Brokelmann ragihand ku ziyan negihiştiye ti zarok û karmendekî dibistan û navendê.



.jpg&w=3840&q=75)