کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serkirdeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê / Arşîv

Serkirdeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê / Arşîv

Cîhan

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

30-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran30-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku wan ji bo birêvebirên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî PDK-Î, Komele, PAK û PJAKê ji Interpolê bultena sor derxistiye û daxwaza radestkirina wan ji welatên wekî Îraq, Belçîka, Almanya, Fransa û Swêdê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Îranê, li ser 60 birêvebirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) biryarên dadgehê hatine dayîn û ji Interpolê bultena sor û daxwaza radestkirinê hatiye derxistin.

Hat îdiakirin ku ev daxwaz "di encama gelek giliyên qurbaniyên ku ji çalakiyên wan partiyan zerer dîtine de" pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku daxwaza radestkirina wan kesên ku bultena sor ji bo wan hatiye derxistin ji welatên ku lê dijîn ên wekî Îraq, Belçîka, Almanya, Fransa û Swêdê re hatiye şandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Îranê dane, di nav wan 60 kesên ku bultena sor ji bo wan hatiye derxistin de Serokê PAKê Husên Yezdanpena, Serokê Komeleyê Ebdullah Muhtedî û birêvebirên PJAKê Emîr Kerîmî û Siyamend Muînî jî hene.

Pirsên