Stade (Rûdaw) - Li bajarê Stadeyê yê li bakurê Almanyayê, di êrişeke bi çekan de 6 kes hatin kuştin.
Bûyer roja Duşemê li avahiyekê qewimî û tohmetbarê êrişê welatiyekî Tirkiyeyê yê 45 salî ye ku li Almanyayê ji dayîk bûye.
Hat diyarkirin ku ew kes bi eslê xwe Ereb e û ji herêma Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.
Polîsan ragihand ku tohmetbar li derdora Hannoverê dijî û piştî bûyerê bi demeke kurt hatiye girtin.
Berdevkê Polîsê Stadeyê Matthias Beckermann li ser hûrgiliyên bûyerê daxuyanî da û got:
"Tohmetbar piştî bûyerê bi demeke kurt hat girtin.
Ew li ser rêyeke nêzîk a derveyî bajêr bû.
Mixabin di encama bûyerê de 6 kes mirin.
Temenê her 6 kesan di ser 18 saliyê re bûn ku 4 ji wan jin û 2 jî mêr bûn."
Dozgerê Giştî li benda encamên komîteya lêkolînê ye û heta niha fermana girtinê ya fermî ji bo êrişkar dernexistiye.
Lêkolînên li cihê bûyerê didomin lê hîn agahiyên zelal li ser nasname û paşxana qurbaniyan nehatine belavkirin.
Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno li bajarê Stadeyê bi malbateke ji Rojavayê Kurdistanê re axivî.
Hevind Dara Emoka ku endezyar e û li Stadeyê ji dayîk bûye, li gel dayîk û birayê xwe yê bi navê Sehend xwaringehekê bi rê ve dibin.
Piştî vê bûyera biêş, di nav xelkê bajêr û bi taybetî di nav vê malbatê de tirs û dudilî heye.
Hevind Dara Emoka li ser bûyerê got, "6 kes hatin kuştin û tevahiya bajêr pê êşiya."
Lêkolîna li ser bûyerê didome.


.webp&w=3840&q=75)