Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên li diyasporayê li bajarê Bernê yê Swîsreyê ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê û li dijî zext û biryarên hikûmeta navendî ya Bexdayê xwenîşandaneke girseyî li dar xist.
Beşdarên çalakiyê dirûşma "Yek e, yek e, gelê Kurd yek e" bilind kir û tekez kir ku parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê erkê hemû Kurdan e.
Xwenîşandan şeva borî li ber Stasyona Navendî ya Trênê ya Bernê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan pêk hat.
Dîmenên wê xwenîşandanê ji Rûdawê re hatin şandin.
“Doh ji bo Rojavayê Kurdistanê îro ji bo Başûrê Kurdistanê”
Parlamenterê berê yê HDPyê Ferhat Encu di çalakiyê de axivî û helwesta hikûmeta Bexdayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
Ferhat Encu ragihand ku li hemberî destkeft, ziman, nasname û çanda gelê Kurd êrişek heye û got:
"Wekî hemû neteweyan em jî dixwazin li ser axa xwe azad û wekhev bijîn. Bila her kes baş bizanibe, li kîjan parçeyî êrişek li ser Kurdan hebe em dê li dijî wê bisekinin.
Gelê Kurd yek e. Çawa ku me doh li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi hev re dengê xwe bilind kir, em dê îro jî li dijî biryarên li ser Başûrê Kurdistanê rabin ser pêyan.
Ev destkeft bi hêsanî bi dest neketine û bi hêsanî jî dest jê nayê berdan."
“Divê em wekî Kurd bibin yek”
Nûnera PYDyê ya Swîsreyê Gulistan Sadonê jî di çalakiyê de bal kişand ser pêwîstiya hevgirtina neteweyî ya li hemberî planên li dijî Kurdan û got:
"Em aştî û aramiya hemû gelan dixwazin lê pêwîst e em wekî Kurd bibin yek. Eger em di nava yekîtiyê de bin, ti hêz nikare me têk bibe û destkeftên gelê me ji holê rake."
Di daxuyaniya hevbeş a çalakiyê de hat destnîşankirin ku destkeftên Herêma Kurdistanê encama îradeya gel in û nabe bi rêya biryarên li ser maseyê yên Bexdayê bên lawazkirin.
Her wiha hat tekezkirin ku li dijî hewldanên jinavbirina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê, Kurdên li Ewropayê dê piştevaniya xwe ya ji bo gelê Başûrê Kurdistanê bidomînin.


