Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên dijwar ên mûşek û dronan ên Rûsyayê Kîeva paytexta Ukraynayê hejand.
Di encama van êrişan de 8 kes hatin kuştin û 34 kes jî birîndar bûn.
Li navend û rojhilatê Kîevê dengê 12 teqînan hat bihîstin.
Xelk bi lez û bez ber bi stasyonên metroyê ve reviya da ku xwe biparêze.
"Dengê teqînan li seranserê bajêr tê bihîstin"
Şaredarê Kîevê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir.
Şaredar diyar kir ku Kîev di bin êrişa mûşekên balîstîk û dronan de ye û got ku dengê teqînan li seranserê bajêr tê bihîstin.
Parêzgarê Herêma Kîevê jî ragihand ku êrişan zerer gihandiye 5 navçeyên herêmê û got:
“Êrişeke berfireh bi bikaranîna dron, mûşekên balîstîk û mûşekên cruzê hatiye kirin."
Hat zanîn ku êrişan zerereke mezin daye gelek xaniyan, cihên xwendekaran û otomobîlan.
Armanc jêrxana leşkerî û enerjiyê ye
Demjimêrekê beriya bûyerê, teqînek li Kîevê çêbû.
Piştî nêzîkî 50 xulekan, teqîna duyem li nêzîkî cihê yekem rû da.
Di van demên dawî de Ukraynayê êrişên dronên dûravêj ên li nav xaka Rûsyayê dijwartir kirin.
Armanca Ukraynayê ew e ku li sektora enerjiyê û jêrxana leşkerî bixe.

