کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Donald Trump / Wêne: Torên civakî

Donald Trump / Wêne: Torên civakî

Cîhan

Trump: Îran ji bo peymaneke siyasî hemû rêyan diceribîne

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

04-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran04-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump di çalakiyên 250 saliya serxwebûna Amerîkayê de li ser gelek mijaran, ji siyaseta derve heta koçberiyê, daxuyaniyên girîng dan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku Îran ji bo peymaneke siyasî ya bi Amerîkayê re "gelekî bi daxwaz e."

Donald Trump di axaftina xwe ya 250 saliya serxwebûna Amerîkayê de mizgîniya serdemeke nû da û diyar kir ku Amerîka ketiye qonaxeke nû û anî ziman:

"Serdema zêrîn a Amerîkayê dest pê kir û em hîn di destpêka vê rêyê de ne.

Ti welatan wekî Amerîkayê xizmeta mirovahiyê nekiriye."

Peyamên li ser Îran û Venezuelayê

Trump li ser gavên xwe yên di siyaseta derve de bal kişand ser Îranê û destnîşan kir ku Îran asê maye û got:

"Îran gelekî bi daxwaz e û ji bo gihîştina peymaneke siyasî ya bi me re hemû rêyan diceribîne."

Serokê Amerîkayê her wiha amaje bi êrişên li Îranê kir û ragihand ku wan "derbeyên gelekî giran" li Îranê xistine.

Trump dema behsa serkeftinên leşkerî dikir li ser mijara Venezuelayê jî axivî û li pey çû, "Me di nava rojekê de li Venezuelayê serkeftin bi dest xist."

Ji bo merasîmên şînê hefteyek dem

Yek ji beşên herî balkêş ên axaftina wî li ser dema ku dane Îranê bû.

Trump li ser aloziyên li herêmê agahiyeke nû parve kir û eşkere kir:

"Ji bo ku karibin merasîma veşartinê û rîtuelên şînê bi rê ve bibin, me hefteyek dem da Îranê."

Trump di siyaseta navxwe de zimanê xwe yê li dijî koçberan domand û pêla nû ya koçberên ku çûne Amerîkayê kir armanc.

Donald Trump diyar kir:

"Ev kesên ku nû hatine Amerîkayê, fikrên Komunîst bi xwe re tînin ku ev fikr bi temamî li dijî şêwazê jiyana me ne.

Ev raman li gorî pêkhateya civaka me nînin."

Pirsên