Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Enqereyê ragihand ku agirbesta li gel Îranê bi dawî bûye û ew naxwaze bi Îraniyan re dan û standinan bike.
Donald Trump li Enqereyê di civîna li gel Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte de bersiv da pirsên rojnamegeran.
Rojnamegerekî ji Trump pirsî: "Birêz Serok, gelo agirbesta li gel Îranê bi dawî bû? Belgeya lihevkirinê ya bi Îranê re bi dawî bû?"
Trump piçekî rawestiya û anî zimên: "Ji bo min, belê bi dawî bû."
"Dan û standin bi wan re windakirina demê ye"
Trumpê ku ji bo beşdarbûna Lûtkeya NATOyê li Enqereyê ye, diyar kir ku Îranî "nexweş" in û li pey çû: "Dan û standina bi wan re tenê windakirina demê ye."
"Em rê nadin Îran bibe xwedî çekên nukleer"
Trump destnîşan kir ku ew dê ti carî rê nedin ku Îran bigihe çekên nukleer û anî zimên:
"Wan berê de bi hezaran leşkerên me kuştin. Qasim Silêmanî bi bombeyên li kêlekên rêyan gelek kes kuştin.
Min di dema xwe ya yekem de ew ji holê rakir. Ew dahiyekî şeytanî bû.
"Ez qet ji wan hez nakim"
Trump diyar kir ku ew qet ji Îraniyan hez nake û li pey çû:
"Me gelek wext bi wan re xerc kir, ez bawer dikim me wextê xwe vala xerc kir. Ez bawer nakim ew zanibin çi dikin.
Ew hem mirovên xerab in û hem jî neşareza ne. Eger ew bi kêr bihata, wan dê yekser peyman îmze bikira.
Me serkirdeyên koma yekem û ya duyem ji holê rakirin. Wan hewl da ku min jî ji holê rakin."
"Ji NATOyê ne razî me"
Donald Trump spasiya Mark Rutte kir lê diyar kir ku ew ji NATOyê ne razî ye. Trump sedema vê yekê wiha rave kir:
"Ji NATOyê ne razî me çimkî wan nexwest di mijara piştgirê yekem ê terorê yê cîhanê de piştgiriya me bikin.
Pêdiviya me bi alîkariya wan jî nîne. Min bi Almanya, Fransa û Brîtanyayê re xeber da."
"Spanya wextwindakirin e"
Trump herî zêde rexne li Spanyayê girtin û got:
"Ez bi Spanyayê re neaxivîm. Spanya wextwindakirin e. Ew bûye hevalbendeke gelekî xerab.
Erkê ku dikeve ser milê wan bi cih neanî. Bila em hemû pêwendiyên bi wan re bibirin, em neçin serdana wan jî."
Trump her wiha eşkere kir ku ew naxwaze bi Spanyayê re bazirganiyê bike û got:
"Bi taybetî Spanya wekî dijminekî tevdigere. Piştre dema bibêjin 'Em dixwazin bi we re bazirganiyê bikin' em dê bibînin. Ez naxwazim bi wan re ti bazirganiyê bikim."



.jpg&w=3840&q=75)