Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê pêwendiyên navneteweyî Dr. Selahedîn Bayezîdî diyar kir ku lobiya Kurdan a li Amerîkayê ne bihêz e, ji ber ku ne yekgirtî ye.
Bayezîdî her wiha got ji ber ku dewleta wan nîne naskirina Kurdan jî bisînor e.
Dr. Selahedîn Bayezîdî beşdarî bernameya "Rêya Kongreyê" bû ku ji aliyê Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ve tê pêşkêşkirin.
Dr. Selahedîn Bayezîdî ragihand ku lobîkirin ji bo welatên zilhêz jî bûye kartekî girîng.
Bayezîdî da zanîn ku dewlet bi rêya lobiyê hewl didin bandorê li siyaseta derve ya Amerîkayê û Kongreyê bikin.
"Dewlet ji bo lobiyê gelek pereyan xerc dikin"
Li gorî gotina wî pisporî, welat di warê lobîkirinê de pereyekî gelekî zêde xerc dikin, wekî mînak, Çînê di nava 10 salên borî de zêdetirî nîv milyar dolarî xerc kiriye.
Her wiha Îsraîlê zêdetirî 200 milyon dolaran û Qeterê jî nêzîkî 270 milyon dolaran li Washingtonê ji bo lobiyê xerc kirine.
Dr. Selahedîn Bayezîdî got, "Îmarat, Qeter û Erebistana Siûdî di lîsteya wan welatan de ne ku herî zêde pereyan xerc dikin lê carinan lobiyên xwe li dijî hevdû bi kar tînin."
"Lobiya Kurdan parçebûyî ye"
Bayezîdî derbarê Kurdan diyar kir ku lobiya Kurdan a ji her çar parçeyên Kurdistanê li Washingtonê heye û got, "Lê mixabin lobiyeke parçebûyî ye û ne yekgirtî ye."
Bayezîdî di ragihand ku serdema zêrîn a Herêma Kurdistanê piştî sala 2003yan heta dema şerê DAIŞê û referandûmê bû got:
"Wê demê Kurd zêdetir yekgirtî bûn û karîn bigihîjin armancên mezin lê piştre dubendî û parçebûna aliyan bandoreke neyînî li lobiya Kurdan kir."
Wî pisporî da zanîn ku şerê li dijî DAIŞê û rûbirûbûna komên tundrew ên li Îraq û Sûriyeyê bûn sedem ku berjewendiyên Kurdan û Amerîkayê bibin yek û vê rewşê wekî "lobiyeke bêpere" ji bo Kurdan xizmet kir û nasnameya Kurdan zêdetir bi cîhanê da nasîn.
"Li Washingtonê pere diaxive"
Dr. Selahedîn Bayezîdî tekez kir, "Li Washingtonê pere diaxive" lê bandora lobiyê bi rewş û mercên her parçeyê Kurdistanê ve jî girêdayî ye.
Bayezîdê wekî mînak gor ku ji ber aloziya pêwendiyên Amerîka û Îranê, ji bo Pirsgirêka Kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê kêmtir derfet çêbûye.
Bayezîdî her wiha hişyarî da ku herêm ber bi guherîneke mezin ve diçe û wiha pê de çû:
"Yek ji metirsiyên herî mezin û derfetan, rûxîna Komara Îslamî ya Îranê ye.
Ev yek dê bibe sedema guherîneke bihêz a ber bi Suniyan ve li herêmê.
Ev rewş ji bo aktorên nedewletî, bi taybetî ji bo Kurdan, hem derfet e û hem jî gef e."


