Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî, li ser êrişên Amerîkayê ji Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re du nameyên cuda şandin.
Îranê ragihand ku êrişên Amerîkayê "binpêkirineke eşkere ya Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) û Belgeya Lihevtêgihiştinê ya Îslamabadê ye."
"Êrişî serweriya axa me kir"
Di nameyê de hat gotin: "Amerîkayê Peymana Neteweyên Yekbûyî û berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî bi eşkereyî bin pê kirine."
Tehranê anî zimên ku Amerîkayê li dijî serwerî û yekparçeyiya axa Îranê ducare dest bi êrişên leşkerî yên berfireh kiriye.
Binpêkirina Peymana Îslamabadê
Hat destnîşankirin ku ev êriş binpêkirineke eşkere ya xala 4an a beşa 2yan a Peymana Neteweyên Yekbûyî ye.
Her wiha di nameyan de hat diyarkirin ku Amerîkayê bi van êrişan madeya yekem a Belgeya Lihevtêgihiştinê ya Îslamabadê jî bi awayekî bingehîn bin pê kiriye.



