Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky eşkere kir ku wan li herêmên cuda yên Rûsyayê êrişî çend tesîsên petrolê kiriye.
Zelensky li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir û eşkere kir ku êrişên wan ên li ser armancên li nav axa Rûsyayê didomin.
Zelensky da zanîn ku wan doh li herêmên Stavropol û Tverê yên Rûsyayê du depoyên petrolê kirine armanc û got:
"Her du depo jî nêzîkî 500 kîlometreyan dûrî xeta eniyê ne."
Êrişên li kûrahiya axa Rûsyayê
Serokê Ukraynayê diyar kir ku wan li Ufaya paytexta Komara Başkurdistanê ya ser bi Federasyona Rûsyayê ve jî, êrişî stasyoneke pompekirina petrolê kiriye ku nêzîkî 1500 kîlometreyan dûrî Ukraynayê ye.
Zelensky her wiha destnîşan kir ku wan li herêmê Rostovê jî êrişî termînaleke petrolê kiriye û got:
"Me demeke dirêj berê pêşniyarî Rûsyayê kir ku em vî şerî bi dawî bikin.
Her roja ku ev pêvajo dirêj dehf dide, divê hesta şer vegere wî cihî ku jê dest pê kiriye, anku vegere Rûsyayê."
Zelensky ji bo piştrastkirina van êrişan dîmenek jî parve kir.
Li Xersonê du kes mirin
Li aliyê din, li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Asmanî ya Artêşa Ukraynayê, Rûsyayê doh bi şev bi du mûşekan û 94 dronan êrişî wî welatî kiriye.
Hêzên parastina asmanî yên Ukraynayê 72 dron bêbandor kirin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Saziya Rewşên Bilez a Dewleta Ukraynayê (DSNS) hat belavkirin de hat ragihandin ku ji ber êrişa dronan a Rûsyayê ya li ser otomobîlekê li herêma Xersonê, du kes mirin.


.webp&w=3840&q=75)
